Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê tekez kir ku rejîm û Hevalbendên xwe hemû “tiştên qedexe û tewankarî li gor yasa navnetewî” li dijî welatiyên sivîl li deverên Idlibê û deşta Hemayê bikar tînin, û daxwaza parastina sivîlan ji NY û endamên wê yên kartêker kir.
Hevbendiya Niştimanî duhî daxuyaniyek da û têde bal kişand ku pêşhatên niha li ser erdê û hemû pevçûnên rojane li ser eniyên cuda dibin, û got bûyerên nuha di bin “navûnîşana berdewamiya tawanan ji aliyê rejîmê û hevalbendên wê ve” ne, û diyar kir ku “Xanşîxon” û gundewarên başûrê Idlib û bakurê Hema, rastî kampaniya şewitandin, wêrankirin, qirkirin û tinekirinê dibe.
Û daxuyaniyê dewam kir û got: ku “bombeyên balafirên Rûsya û bermîlên teqîner yên helîkopterên rejîmê, û bombeyên fosfora spî û bombeyên topxaneyan li ser bajar û bajarokan dibarin, û hemû tiştên qedexe û tewankarî li gor yasa navnetewî niha li dijî welatiyên sivîl li wan deveran tên bikaranîn”.
Hevbendiyê dît ku kampanya niha dibe; biryarên navnetewî û peymanên derbarê deverê binpê dike, û tekez kir ku divê ev bûyer bilez ji bo Konseya Ewlekariyê ya NY bêne pêşkêşkirin, û tekezî li ser ku her aliyekî sûcdar barê berpirsyariya xwe hilgire kir.
Daxuyaniyê bal kişand ku divê Netewên Yekbûyî biryarên pratîk bistîne ji bo rawestandina kuştin, wêrankirin û koçberiya bi darê zorê, û gerek e bê naskirin ku ev biryar û yasa ji ber xwe ve bicih nabin, û got divê NY û endamên wê yên kartêker bilez bi erkê parastina welatiyên sivîl rabin, û tawanbaran siza bikin û biryarên Encûmena Ewlekariya navnetewî bicih bînin.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî