Rêkeftina agirbestê nabe asteng li pêşiya berdewamiya balafirên rejîma Esed û Rêsya di bombebarana nexweşxane û xalên pijişkî de, û Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê tekez kir ku hejmara nexweşxaneyên ku hatine armanckirin di meha Nîsanê de gihiştine 11 nexweşxaneyan.
Hevbendiya Niştimanî doh roja Pêncşembê di daxuyaniyekê de got ku Firokên dagîrkerên Rûsî doh sê nexweşxane li gundewarê Idlibê wêran kirine, û hejmarek mezin ji şehîd û birîndarên sivîl li pey xwe hiştine di rêya bombebaraneke asmanî bi mûşekên valahî.
Hevbendiya Niştimanî diyar kir ku ji zanyariyên detpêkî tê xuyakirin ku sibeha Pêncşemê firokên Rûsî nexweşxana bajarokê Me’eret Zîta û nexweşxana bajarokê Dêr Şerqî li gundewarê Idlibê armanc kirin û ji xizmetê derketine, her weha take nexweşxana meydanî ya li bajarokê Cisrîn li gundewarê Şamê armanac kirine.
Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de balkişand ser ku, Nexweşxane berê û niha jî amancên sereke yên rêjîma Esed û dagîrkerên Rûsî ne, ku di meha niha de gelek baregehên Pijîşkî bi şêweyekî rêbazkirî hatin armanc kirin, û tê xuyakirin ku amanca wan ji vê bumbebaranê kuştina jiyanê bi tekûzî ye, û tu kes nikare van kiryaran jibilî tawankariyên li dijî mirovahiyê û binpêkirineke tekûz ji peymana agirbestê û biryarên Encûmena Ewlekariyê re yên hejmar 2268 û 2254 bi nav bike.
Herwiha Hevbendiyê karê Karmendên karta tendurustiyê bi bilindî nirxand û got” Karmendên karta tendurustiyê li Idlibê alozî û zehmetiyên mezin dibînin, di dema ku bi riftar û exlaqên xwe yên bilind xizmeteke mirovî ya bêhempa û berdewam pêşkêş dikin, tev ku dizanin cîhanê bi tevayî dev ji wan berdaye“.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê berpirsiyariya armanckirina nexweşxane û navendên pijîşkî dide ser milê rêjîma Esed û herdu dagîrkerên Rûsî û Îranî, her weha berpirsiyariya civaka navdewletî û rêkxistinên mirovî û yasayî di ber van binpêkirin û tawankariyan de tîne bîra wan.
Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê/Nivîsgeha Ragihandinê