Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê got ko miletê Sûrî ew e qyrbaniya amanckirî ji rêkeftina di navbera rêjîma Esed û Îranê de, û destnîşan kir ko Îranê alîkarî kir di berhemdana çekên qedexeya navdewletî de, û bi taybetî çekên kîmawî yê ko bi dirêjahiya heşt salan sivîl têk birine.
Hevbendiya Niştimanî evro çarşembê çi rêkeftina leşkerî û abûrî an yên rêjîma Esed bi dagîrkeran û yên piştgiriya tiroristiyê dikin re imze bike pirotesto kiri, û tekez dike ko ew têkçûyî ne û ne rewa ne û bi taybetî rêkeftina ko Îranê vê dawiyê ragehandiye û dibêje ku ew rêkeftineke hevkariya leşkerî ye.
Hevbendiya niştimanî tekez kir ko ev rêkeftin miletê Sûrî amanc dike, yê ko hêj amanca bitenê ye ji rêjîma Sûrî û hevalbendên wê û milîtanên bi ser ve re, û hemû plan û piroje û hevalbendiyên rêjîmê ji bo mana wî di desthilatdariyê de ye, û têkbirina miletê Sûrî û bêparkirina wî ji mafên siyasî û mirovî.
Û hişyarî ji hûrbîniyên rêkeftina nehênî da û got: “Tev ko ev rêkeftin û bendên wê hêj nediyar in, lê dijminkariya miletê Sûrî û tawankariyên wan yên berdewam derheqê amancên milet, destnîşan dikin ku bêguman naveroka wê teror û tawankarî ye”.
Bêtir got ko miletê Sûrî qurbaniyê yekem e ji çekên ko rêjîmê ew pêşve birine re, û di serî de çekên kîmawî û bermîlên teqîner û alavên êşkencedan û kuştinê di zindanan de, û rêkeftinên digel Îranê ji bilî pirkirina alavên tawankarî û tirsdandinê pêşkêş nekirine.
Hevbendiya Niştimanî ji dewletên kartêker yên Encûmena ewlehiyê daxwaz kir ko bi berpirsiyariyên xwe beraber rêkeftina tawankarî rabin, û bê tevger ranewestin li pêşberî piştgirî û şirîkatiya ko Rûsya û Îran ji rêjîmê re dabîn dikin, û nehêlin ko ev hevalbendî berdewam be di têkbirina çareseriyên siyasî de, û fişarên pêdivî bo cîbicîkirina biryarên encûmena ewlehiyê yên derbarê rawestandina kuştin û tawankariyan û berdana girtiyan û misogerkirina veguhastina siyasî li gora daxuyaniya Cinêvê û ya Encûmena ewlehiyê pêk bînin.
Jêder: Nivîsgeha Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî