Duhî roja sêşemê, Rêveberiya Perwerdeya “hikûmeta Sûriyê ya demkî” xwendin li dibistanên rojavayê parêzgeha Idlibê da helawîstin, ji ber bombebarana asîmanî ya Rûsiya û rêjîmê ya ji encama wê 14 sivîl hatin kuştin û 31 kesên din birîndar bûn, ligor agahiyên bergiriya sivîl.
Rêveberiya Perwerdeyê, di daxuyaniyekê de, ragihand ku wê karê xwendinê li dibistan û komelgeha perwerdeyê li herêma Cisr Elşixûr ji bo yek rojê rawestand, piştî bombebarana dibistana “Badriya ya perwerdeya bingehîn”, û kuştin û birîndarbûna hejmarek ji welatiyên sivîl li navçeyê.
Ji aliyê xwe ve, bergiriya sivîl duhî di raportekê de, belgekirina kuştina 14 sivîlan û birîndarbûna 31 ên din, di nav de jin û zarok, ji encama pêkanîna 46 êrîşan ji aliyê firokên şer piştrast kir, û çalakvan texmîna wê yekê dikin ku balafirên şer yên ew êrîş pêkanîne yên Rûsyayê ne, ku derdora 20 gund û bajarokên Cisr el-şixûr û bazarek û sê dibistan armanc kirine.
Di rapora bergiriya sivîl de hatiye ku tîmaên hawarhatinê kelaxên kuştiyan derxistine û birîndar veguhestine nexweşxsneyan, û agirê li hin cîhan hilbibû ji aliyê tîmên agirkujîyê hat vemerandin, di heman demê de raportê bal kişandiye li ser peydabûna pêleke koçberiya mezin li nav xelkê ber bi sînorên Sûrî-Tirkî de.
Ev yek yekser dibe piştî çend welatên rojava di nav wan Amerîka, Fransa, Almanya, Papayê Vatîkanê û Yekîtiya Ewropayê, hişyarî dabûn rejîma Esed ji encamên êrîşeke pêşbînkirî ji aliyê rêjîmê û hevalbendên wê li ser Idlibê.
Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Ebdul Rehman Mustefa, dawaz ji civaka navnetewî kir ji bo rawestandina oparesyona li ser Idlibê ji bo parastina sivîlan ji trajediyeke mirovahî, û gotibû ku tenê şermezarkirina oparesyonê yan diyarkirina gumanan bi armancên wê; dê ne bes be, û dê rejîm vê yekê wekî ronahiyeke kesk a nû fêm bike, û dê danpêdanek be ji aliyê civaka navnetewî; ku ew hîç giraniyê nade çareseriya siyasî û biryarên Konseya ewlekariyê.
Mistefa matmayîna xwe nîşan da li hember daxuyaniyên hişyariyê yên ji bo rejîma Esed li ser bikaranîna çekên kîmyayî, yên wek bersivekê bûn ji oparesyonên duh yên bombebaranê û kuştina sivîlan re, û got: “Gelo wateya gotinên we: êrîşên xwe berdewam bikin .. wan bikujin.. gelê sûrî we nabexşîne”.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê