Revenda Sûrî ya li Danîmarkê alîkariyan dide derbider û koçberên bikotekî û nexwaşên bi derdên giran ketine li deverên rizgarkirî, di riya hevrêzkariya bi Ofîsa Revendan ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî re.
Û Hevrêzkarê Ofîsa Revendê, Yehye Mektebî, pesnê rola girîng û çalak ya Revenda Sûrî li danîmarkê da, li ser piştgiriya wan ji welatiyên li deverên rizgarkirî re û bi taybet di van rojên dijwar de, û sipasiya tevaya Revendên Sûrî yên alîkar di kêmkirina êş û azarên welatiyên ku ji ber kirîza Korona û ji ber pirosesên derbideriyê ziyan dîne kir, û ew han dan ji bo pêşkêşkirina alîkariyên pêtir.
Û di heyva remezana pîroz de, çalakiyên Revenda Sûrî li Danîmarkê zêdetir bûn, ji ber beşdariya wan di pirojeyê xwaringehan de yê ku xwarinê bê beramber dide malbatên xizan li deverên beravê û devera Efrînê û bajarê Elbab yê gundewarê Helebê û yê Idlib, her weha alîkarî di dabînkirina çareyê ji bo kesên bi nexwaşyên giran ketine kirin.
Û Mektebî tekezî li ser hewcedariya yekrêziya tevaya Sûriyan di dema niha de kir, û tekezî li ser beşdariya diravî û dilxwaşiyê û xwebexşandinê di alîkariya wan kesên ziyan dîne li deverên rizgarkirî kir, her weha li dewletên derdorî Sûriyê jî heya ku ev kirîza ku cîhan tev tê re derbas dibe biqede.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrtî