Hêzên Rijêmê û milîsên Hizibulaha terorîst û kirêgirtiyên Îranê, zêdetir ji heyvekê ye berdewam in di bombebarankirina tax û gundewarê Şamê bi rêka firokên şer û mûşek û topxaneyan, hevdem ligel hewlên berdewam bo derbasî wan navçeyan bibin.
Çalakvanên Şama paytext gotin ku ji 40 rojan de, firokên şer yên Rijêmê rojane di bombebarankirina taxên Qabûn û Tişrîn û Berzê de berdewam in, û gotin ku hevdem ligel êrîşên esmanî rojane navçe bi dehên mûşekan û xertûmên teqîner tevî bombebarana bi topxaneyan ya gotin ku ev gelek caran dubare dibin.
Herwiha bajar û bajarokên Xûta rojhilat li gundewarê Şamê û taxên nişteciyan ji aliyê firokên şer yên hêzên Rijêmê û Rûsiya bi top û mûşekan hatin armanckirin, û jêderekê ji nivîsîngeha pizîşkî ya yekgirtî li Xûta rojhilat tekez kir ku du kes hatin kuştin ji encama êrîşeke firokên şer li ser bajarê Dûma, ku tê gomankirin ew firokên Rijêmê ne, û diyar kir ku êrîşên esmanî hevdem in ligel êrîşên mûşek û topbarankirinê yên berdewam, ku dibin sedema birîndarbûna bi dehên kesan û di nav wan de jin û zarok hene, tên raguhestin bo xalên pizîşkî yên li bajêr, tevî ku dibin sedema wêrankirina avahiyên nişteciyan.
Û hin çalakvanan ji Xûta rojhilat gotin ku îro bajarokên Hoş û Salihiyê û Elnişabiyê û Otaya û Tilnişabiyê li navçeya Elmerc bi dehên êrîşên esmanî yên firokên Rijêmê û Rûsiya hatin bombebarankirin, û têde hejmarek sivîl birîndar ketin, herwiha ji aliyê topxaneya Rijêmê ve bajarên A’rbîn û kefirbetina û Cisrên û Otaya û Hoş û Salihiyê hatin topbarankirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî