Hêzên rijêmê û Rûsya bombebarana ser Idlibê û gundewarê Hemayê pir kirine, piştî ku têkçûnên mezin li ser destê Artêşa Azad, a ku di herdû rojên dawî de hejmarek ji deveran vegerandine, dîtin.
Û hin çalakvanan gotin ku hêzên rijêmê bombeyên goşeyî û mûşekên valahiyê di bombebarana xwe ya dijî gund û bajarên deverê de bikar anîne, û bû sedema şehîdketina heyşt sivîlan , 2 zarokên keç di nav wan de hene, û bidehan kes jî birîndar bûn.
Û Berevaniya Sivîl a Sûrî , diyar kir ku xaniyên sivîlan hatin armanckirin, her weha 2 dibistan û navendek firotina kelûpelan li bajarê Kefrenbul hatin armanckirin.
Û bombebarana tund a ku hêzên rijêmê û Rûsya doh pêkanîn bû sedema komelkujiyekê li Meeret Alnu`iman, û 9 kes bûn qurbanî, û Berevaniya sivîl a Sûrî diyar kir ku hejmara qurbaniyan li piraniya deveran doh gihişt 18 kesan û birîndarbûna 77 kesên din.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî berpirsyarî xist stuyê civaka navdewletî, û got ku “ Gelê Sûrî hîn jî nirxê ne amadebûna civaka navdewletî dide, bi taybetî ku ev tewan yek ji zincîreke dirêj a tewankariyên dijî sivîlan tên pêkanîn, û ew tewaneke cengê û dijî mirovahiyê ye”.
Û got ku “erkê me li ser me ferz dike ku em civaka navdewletî deynin ber berpirsyariyên wê derbarê parastina sivîlan”. Û tekez kir ku eger dewletên kartêker bixwazin Karin van êrîşên hovane yê rêbazkirî rawestînin, û tevbigerin ji bo ferzkirina çareseriyeke siyasî li gor biryarên navdewletî ya ku daxwaza meye û em tekeziyê li ser bilezbîna cîbecîkirina wê dikin”.
Jêder : Ofîsa Ragihandinê ya Hevbenidya Niştimanî ya Sûrî