Monday, 06 August 2018 17:31

Rijêmê Doktorek Kuşt bi Rêya "Kirîdorên Aram" ji Xûtayê Derketibû

Çalakvanin Şamê ragihandin ku general Dr. Mu’tez Hitêtanî, li yek ji navendên hêwirandina penaberan hate girtin, piştî ku ji Xûta Rojhilat derketibû bi riya îmzekirina peymanên aştiya bi darê zorê.

" Hitêtanî " di riya "kirîdorên aram" re yên Rûsya û bi hevkariya hêzên Esed li Xûta Rojhilata vekirin, ji bo derketina karmendên saziyên pizîşkî û perwerdeyî û tîmên hawarhatinê di dema oparesyonên leşkerî de derketibû.

Çalakvanan diyar kir ku Doktorê kumandan ji aliyê dezgehên ewlekariya rijêmê li navendeke hewandina koçberan hate girtin, û ji bo navendeke girtinê hate veguhestin, û piştre li heman navendê hat kuştin, tevî ku Rûsya û hêzên Esed soza parastin û lêborînê ji wan re dabûn.

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, cext kiribû li ser nebûna ti rewşeke ewle li Sûriyeyê bi mana rejîma Esed û dezgehên wê yên ewlekariyê û çeteyên terorîst ên Îranê, ku gemartirîn tawanên li dijî sivîlan ji bêtir ji heft salan de pêk tînin.

Mu’tez Hitêtanî li sala 2013'an ji hêzên rijêmê cuda bibû, bi xwe bijêşkê dil bû û bi pileya general bû,li bajêr "Milêha" li gundewarê Şamê sala 1962 ji dayik bibû, û li Xûta Rojhilata dima û beşdarî di avakirina hejmarek desteyên sivîl li Xûtayê kiribû.

çalakvanên Xûta rojhilat ragihandin ku di dema dawî de gelek kes li Xûtayê hatin girtin, piraniya wan kesên ciwan bûn, bi armanca xizmeta leşkerî, tevlî vekirina dozgeriyên lêpirsînê li dijî karmendên berê yên saziyên şoreşê.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê

Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê Rijêmê Doktorek Kuşt bi Rêya "Kirîdorên Aram" ji Xûtayê Derketibû