Opozisyona Sûrî redkirina her roleka Esed û desteka wî ya destê wan di rijandina xwîna xelkê Sûriyê de heye, di qonaxa veguhêz de tekez kir, û daxwaz ji NY kir ji bo xistina zêdetir ji 60 milîsên mezheperist yên li kêleka Rijêmê şer dikin, û Îran pereyan dide wan, di nav lîstên terorîstiyê yên navdewletî de kir.
Serokê şanda desteya bilind ya danustandinan Nesir Elherîrî, duhî li Cinêvê di daxuyaniyekê de got ku “îro gengeşe berdewam bûn li ser mijara veguhestina siyasî û rêşûnên destûrî yên rêxistîkirina qonaxa veguhestina siyasî”.
Û got ku “pêwîst e têde Beşar Esed û desteka wî ya bi kuştinê tawanbar in, kar ji desthilatê bikêşin wek destpêkeka serekî bo dadgehkirina wan li ser pêkanîna tawankariyan”, û tekez kir ku “pêwîst e birayar bête standin ji aliyê destûrî ve li ser desthilatdariya veguhestina siyasî bi tevahî”.
Herwiha li kêleka danustandunan, endamê şanda danustandinkar fermandar Fatih Hesûn diyar kir ku “bi deh hezaran ji çeteyên pasdarên Îranê û milîsên Şi’î yên Libnanî û Îraqî û Afxanî û Pakistanî û çeteyên cîhanê hatine Sûriyê”, û Hesûn bal kişand ku ev çete hatine “piştî hatine meşq û perwerdekirin di serbazgehên Îranê de ku ji 14 navendan pêktên, herwiha ku pasdarên Îranê zêdetir ji 20 navendên fermandariyê û kontrolê li Sûriyê ava kirine, ji wan serbazgeha Zeyneb û baregeha Yermûk û baregeha 3yem ya pasdaran û navenda oparesyonên leşkerî li bakurê Sûriyê, baregeha bajarokê Maya û navenda pasdaran li Elşêx Necar”, û Hesûn cext kir ku “gelek komelkujî û tawanên şer li ser destê van milîsan û bi beşdariya hêzên Rijêmê li seraserî Sûriyê hatine encamdan, û pêwîst e ji aliyê civaka navdewletî biryarek taybet bête standin bo van milîsan û tevlîkirina wan di nav lîstên rêxistinên terorîstî de”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî