di çend demjimêrên bûrî de zincîrek ji komkujiyên hovane li Dêrazorê û Reqê ji aliyê firokên Rûsiya hatin pêkanîn, û têde nekêmtir ji 15 kes li bajarokê ‘Eyaş li rojavayê Dêrazorê hatin kuştin ku ji wan 10 kes ji malbatekî bûn, tevlî komkujiyeke din li taxa Sêfidewle li Reqayê û herwiha bi dehan şehîd û birîndar ketin di du komkujiyên din de li bajarokên Mi’dan û Zorşemer li gundewarê Reqê
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê di daxuyaniyekê de ev tawan şermezar kir û dît ku “sivîl bi awayekî yekser û rasterast tên armanc kirin û ev dibin binpêkirin ji yasa navdewletî re, têde rêxistina DAIŞê wek bihane ji bo yasakirina tawanên xwe yên dijemirov û dijî sivîlên Sûriyê bikar tînin “.
Hevbendiya Niştimanî balkişand ku tawanên dagîrkariya Rûsiya yên yekser û bimebest dubare dibin bi rêka pilana hewla “bikaranîna nekarîna navdewletî ya ku bi tenê maye bendewar ta ku dagîrkar pêkanîna tawanên xwe yên di derheq gelê Sûriyê de idawî bike!”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî