Berpirseke Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê tekez kir ku Rûsiya li Sûriyê kiryarên koçberkirina neçarî û qirkirinê yên li Qafqasê di salên 1864’an de di derheqê “Çerkesan” bibûn, dubare dike.
Endam û cîgira serokê berê yê Hevbendiya Niştimanî Selwa Eksoyê, duhî li roja duşemê, bi helkefta “roja reş ya Çerkesan” li 21’ê gulanê, diyar kir ku Moskow berpirsyare li hember kuştin û koçberkirina bi sedhezarên Çerkesan, û ev yek piştî destdirêjiya Rûsiya li ser Sûriyê careke din dubare bû.
Eksoyî dît ku kiryarên koçberkirina neçarî yên niha li Sûriyê dibin dubarekirina wan kiryaran e, û got ku îro erkekî mezin dikeve li ser milê civaka navdewletî ji bo rawestandina van kiryarên terorîstî li dijî miletan, û dakokî li ser vegera sivîlan li cih û warên wan kir.
Herwiha daxwaza aktivkirina dadgeha tawanên navdewletî ji bo sizadana tawanbarên şer û nehêlana pêkanîna koçberiya neçarî ji NY kir.
Tora Sûrî ya mafên mirov duhî serjimêriyek qurbaniyên hatine kuştin bi destê hêzên Rûsiya belav kiriye, têde behsa kuştina 6133 sivîlî li ser destê hêzên Rûsiya, her ji 30’ê êlûna 2015’an heta duhî roja 20’ê gulanê kiriye, û 1761 zarok û 661 jin di nav kuştiyan de hebûn.
Herwiha Tora navhatî nekêmtir ji 939 zêdegaviyan li ser navendên zindî yên bajarvaniyê li ser destê hêzên Rûsiya tomar kirine, ji wan 169 êrîş li ser xwendingihan û 167 li ser navendên pizîşkî û 140 li ser mizgeftan û 55 li ser bazargehan bûn.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî