Şanda Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê civînên xwe li herêmên rizgarkirî berdewam kirin, û digel encûmenên xwecihî û artêşa Sûrî ya azad civiya, bi amanca amadekirina birêveberiyên sivîl li bakurê Sûriyê û tekûzkirina pirojeyê artêşa niştimanî.
Serokê Hevbendiya Niştimanî mamoste Ebdulrehman Mistefa yê ko serokatiya şandê dike, diyar kir ko gera evro ya sêşembê giha herêma Efrînê, û berdewam kir ku wan çend civîn digel nûnerên herheft encûmenên xwecihî lidar xistin û got: “me karên di dema bûrî de û pêşveçûnên karê encûmenên herêmê û çalakiyên sivîl û planên qonaxa dahatî şopandin”
Û tekez kir ko ‘’amancên me pêşketin û bihêzkirina rola birêveberiyên sivîl e, û kar bo aktîvkirina karên desthilata Sûrî ya demkî li herêmê, û aktîvkirina encûmenên xwecihî û şêweyên birêvebirina xwecihî.’’
Û bal kişand ser van geran ko rê li ber misogerkirina amancên Hevbendiya Niştimanî bo avakirina peywendiyên rasterast bi gel re li herêmên rizgarkirî vedike, û beşdarbûna digel desthilata Sûrî ya demkî û encûmenên xwecihî bo karê wê bi dabînkirina hemû şiyanan û sûdewergirtin ji karînên geşepêdanê li herêmê.
Şenda Hevbendiyê duhî êvarî digel serpereştên Artêşa niştimanî ya Sûrî ya azad li gundewarê Helebê yê bakur civiya, û serokê Hevbendiyê got ku gotûbêj derbarê çakkirin û pêşdebirina karê alayên leşkerî çêbûn, bi armanca ku bigehên pîvanên damezirandina Artêşeke niştimanî, û got ku wê ev artêş bi roleke giring di parastina sivîlan rabe.
Şanda Hevbendiya Niştimanî duh giha herêmên rizgarkirî, û ev seredana sêyem e di çend hefteyên bûrî de, bo tekezkirina peymana Idlibê û sûdewergirtin ji wê bo cîbicîkirina karê birêveberiya sivîl û bicihkirina karê dadweriyê, hem kartêkerkirina karê dezgehên xizmetkariyê da sivîlên wan herêmêan sûdeyê jê bibînin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî