Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê, Ebdul Rehman Mistefa, ligel nûnerê Taybet yê Wezareta Derve ya Amerîka ji bo Sûriyê, James Jeffrey, li Brukselê paytexta Belçîkayê civiya, û ligel wî giringiya parastina welatiyên sivîl gotûbêj kir, bi taybetî piştî komkujiyên niha ji aliyê rejîma Esad ve li Idlib pêk tên.
Mistefa, bal kişand ku eşkere ye ku rejîm bi operasyonên leşkerî li dijî sivîlan radibe, hevdem ligel lidarxistina her konferansekî di bercewendiya gelê Sûriyê de, û got ku “pir girîng e peymana Idlib bête parastin”, û kartêkerkirina tevahiya proseya siyasî di bin çavdêriya Netewên Yekbûyî de.
Mistefa got ku konfiransa Brukselê derfeteke giring e ji bo piştgiriya gelê Sûriyê û sivikkirina barên xemên wî, û diyar kir ku hemû projeyên ji aliyê alîgiran têne pêşkêşkirin, her dem dikevin di bin gefên operasyonên rejîma Esed de.
Û tekez kir ku take-rêya çareseriyê ji bo bidawîkirina trajiyda gelê Sûriyê, divê bi rêya çareseriya siyasî be, li gorî biryarên Konseya Ewlekarîyê, bi taybetî daxuyaniya Cenevre û biryara 2254.
Û diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê, çaverêya bizaveke siyasî û dîplomatîk ya zêdetir e ji aliyê Amerîka, û got ku ew dê berê balansê bide pêvajoya siyasî heta avakirina dewleteke ewle û seqamgîr bêyî rejîma Esed û çekdarên terorîst yên Îranê.
Mistefa tekezî li ser pêwîstiya sizadana hemû sûcdarên tawanên şer kir, di nav wan de tawanbarên bikaranîna çekên kîmyayî û topbaranan û wêrankirinê, tevî îşkenceya hovane di girtîgehan de û koçberkirina bi darê zorê, û daxwaza helwestên girantir li hember rêjîma Esed kir, û ne tenê şopandina tawanên wî.
Herwisa herdu aliyan rewşa herêma bakur-rojhilat jî gotûbêj kir, û serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê, bal kişand li ser pêwîstiya hevahengiya bi Tirkiyeyê re, û standina pêgavên hevbeş di vê mijarê de.
Ji aliyê xwe ve, birêz Jeffrey diyar kir ku hevdîtinên Amerîkî-Tirkî di vî warî de berdewam in, û bal kişand li ser giringiya hebûna şandekê ji Hevbendiya Niştimanî li perawêza Konferansa Brukselê, piştgiriya welatê xwe ji bo daxwazên gelê Sûriyê dupat kir, ji bo bidestxistina mafên xwe û jinavbirina hemû rêxistinên terorîst.
Herwiha tekez kir ku Washington ti alternativekî ji çareseriya siyasî re li Sûriyê nabîne, û diyar kir ku nîvê gelê sûrî li derveyî herêmên di bin kontrola rejîmê de dijîn ji ber tawanên li dijî wan dibin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî