Şanda şoreşê ya leşkerî roja înê çend civîn bi Şandên Welatan re li Paytexta Kezexistanî li dar xist, û tekezî li ser giringiya gihana armancên xuyanî derbarê dosya Girtiyan kir.
Û şanda leşkerî ligel şanda leşkerî ya Tirkî, Rûsî û Amrîkî civiya , û bi wan re gengeşe di dosya berdana girtiyan de kir, û her weha çesipandina peymana kêmkirina pevçûnan, û fişarê li rêjîma Esed bikin ji bo zêdegaviya ji kok de rawstîne.
Serokê Şandeyê Ehmed Tu’mê diyar kir ko wê giringiyeke mezin bidin pêkanîna pêşketineke xuya di doseya girtiyan de, û got ko ew mijara herî giring e li rex me, gerek peymana girtiyan kartêker bibe û gerek sîska vê gerê be.
Û daxwaza pêkanîna fişaran li ser rêjîmê û dewletên dabînker kir ji bo ‘’ bi peymana kêmkirina pevçûnan û bi taybetî li Idlib û li Xûta ya gundewarê Şamê bi tekûzî pabend bin.‘’ û dibîne ko ev peyman bi saxlemî û ewlehiya Sûriyan ve girêdayî ye.
Şandeyê bîrbelgehek radestî şandeya leşkerî ya Rûsî kir, tê de zêdegaviyên li ser peymana kîmkirina pevçûnan yên ko hêzên rêjîmê ji destpêka imzekirina peymanê pêk tînin diyar kiribûn, û daxwaz kir ko Mosko fişara tê xwestin bike ji bo rêjîmê bi tekûzî bi peymanê pabend bike.
Her weha amaje kir ko hêzên rêjîmê rê xweş kirin ji bo derbasbûna hêzên Daiş bo herêmên Eqêrebat li gundewarê Hemayê bi bal Idlib ve, û daxwaz ji şanda Şoreşê kir ko vekolîneke tekûz derbarê vê dosyayê veke, ya ko rêjîmê tewanbar dike û danûstandina wê digel komên tirorist diyar dike.
Û serokê şandeya Tirkî, rawêjkarê wezareta Tirkiyê Sîdat Onal, bîntengbûna xwe derbarê binpêkirinên ko hêzên rêjîmê pê radibin diyar kir, û got ku me ev yek ji hemû aliyên dabînkerên rêjîmê re guhastiye, û me fişar daye ser wan da vê bobelatê bidawî bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî