Şandeke desteya danustandinên Sûriyê bi serokatiya Dr. Nesir Elherîrî di çarçova geşteke navdewletî de duhî roja sêşemê li Qahîrê, ligel sikirtêrê giştî yê komkara Erebî Ehmed Ebû Elxeyz, û her weha ligel wezîrê derve yê Misrê Samih Şikrî bi rengek cuda civiya.
Di herdu hevdîtinan de, bizavên Erebî û navdewletî yên terxankirî ji bo dîtina çareseriya siyasî li Sûriyê ligor biryarên navdewletî û di çarçova danustandinên Cenêvê de hatin gengeşekirin.
Û bîr û boçûn di herdu hevdîtinan de derbarê giringiya cîbicîkirina biryarên navdewletî û dabînkirina mafên gelê Sûriyê di jiyaneke birûmet de û bidawîkirina kabûsê heft salan ji şer û kuştinê, pir nêzîkî hev bûn.
Dr.N Elherîrî tekezî li ser rola Misrê wek dewleteke Erebî ya xudan bandor kir, ku dikare kartêker be di cîbicîkirina biryarên NY yên taybet bi rewşa Sûriyê, û giringiya pabendiya bi wan biryaran û neguhertina pêvajoya siyasî ya Cenêv ji armancên wê yên dîtina çareseriyeke dadmend bo pirsa Sûriyê.
Wezîrê derve yê Misrê berêz Samih Şikrî ji aliyê xwe ve, destxweşî li rola desteyê ya ji bo yekxistina şanda wê ya danustandinkar kir, û herwiha piştgiriya welatê xwe ji desteyê û daxwaz û armancên miletê Sûriyê re nîşan da.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî