Birêveberiya pêwendiyên derve ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê îro çarşemê digel şandyarê Siwêdî Nîkolas Kîbon civiya, û digel hev rewşên mirovî yên aloz ko koçberên Xûta rojhelat dibînin û paşeroja nediyar ya niştecihên Dûma û dawîtirîn rewşa Efrînê piştî rizgarkirinê gotûbêj kirin.
Serokê birêveberiya peywendiyên derve Ebdilehed Istêfo tekez kir ko nabe bêdengî li himber operasiyonên kotekî yên ko li Xûta rojhelat çêbûn bibe, û bal kişand ser ko ew tawankariyên cengê ne û amanca rêjîmê ji wan guherîna dîmugrafî ye, wek ko li gelek herêmên Sûriyê çêbûye.
Istêfo destnîşan kir ko dabînkirina parastina niştecihan li Xûta rojhelat û bi taybetî li Dûma berpirsiyaiya Netewên Yekgirtî û hemû dewletên endam e, û divê zincîra tawankariyên cengê yên derheqê sivîlan rawestînin.
Istêfo tekez kir ko Hevbendiya Niştimanî kar dike bo niştecihên bajarê Efrînê vegerînin gund û bajarên wan û beşdariyê di birêveberina herêmên xwe de bikin, û bal kişand ser ko komek kar di vê derbarê de hate damezirandin, û duh civîna xwe bi amadebûna serokê Hevbendiya niştimanî Ebdilrehman Mistefa li bajarê Entabê li dar xistin.
Nîkolas diyar kir ko Yekîtiya Ewropî kar dike bo alîkariyên mirovî bigehîne sivîlên ji Xûta rojhelat koçberkirî di rêya Netewên Yekbûyî re, û got ku giring e biryarên navdewletî yên derbarê agirbestê cîbicî bibin û alîkariyên mirovî bigehên.
Berevaniya sivîl ya Sûrî li gundewarê Şamê duh sêşembê diyar kir ko kampanya leşkerî li ser Xûta rojhelat bû sedema kuştina 1433 sivîlan, û got ku hêzên rêjîmê û Rûsya û milîtanên Îranî çekên corbicor û ji wan jî yên qedexeya navdewletî bikar anîne.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî