Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê Abdul Rehman Mistefa, ligel Sekreterê Giştî Nezîr Hekim û berdevkê fermî Enes El-Ebda, û hejmarek ji endamên Hevbendiya Niştimanî serdana devera tampon ya li gorî peymana Idlibê destnîşan bûye kirin.
Mistafa di daxuyaniyeke taybet de tekez kir ku xalên beramberiya hêzên Esed û milîsên Îranê yên terorîst nehatine guhertin û wek xwe mane, û diyar kir ku tişta bûye bi tenê ew e ku çekên giran ji deverê hatine vekişandin ligel mana çekên navîn û yên sivik.
Û bal kişand ku wî li ser nexşeyê devera tampon şopandiye, bi alîkariya hejmarek ji fermandarên artêşa azad, û got: “Em bi hûrbînî rewşa li ser erdê û gazinên xelkê ji kêmbûna xizmetgozariyan dişopînin”.
Herwiha Serokê Hevbendiya Niştimanî civînên cuda cuda bi encumenên xwecihî yên bajarên Hama û Heleb û Idlibê û çalakiyên sivîl re pêkanîn, ji bo gengeşekirina arîşeyên herêmê, û bi taybetî berdewamiya karê encumenên xwecihî di hundirê devera tampon de û pêşkêşkirina xizmetan ji xelkê re.
Bal kişand ku hevbendiya Niştimanî û dezgehên wê hewl didin ji bo ku sûdê ji vê peymanê bibînin ji bo bihêzkirina rêveberiya sivîl û dupatkirina li ser têgaha dewletê û aktivkirina saziyên xizmetê û rêvebirina bi rêya xelkê deverê û got ku “Plana me ew e; em ligel cemawerê deverê bin, û bi hemû mîkanizmên berdest kar ji bo vê yekê dikin”.
Serokê Hevbendiya Niştimanî got, ku “Em dabînkirina xizmetan û jîyaneke hêjayî mirovan ji bo kesên sivîl li deverên rizgarkirî wek erkekî li ser mile xwe dibînin, û em kar ji bo vê yekê dikin piştî pêkanîna peymanê”, û diyar kir ku ev peyman cihê pêşwazî û xweşhaliya navnetewî bû, ji bo rêlibergirtina her operasyoneke leşkerî ya li dijî sivîlan.
Û diyar kir ku niha tevgereke din ji aliyê Hevbendiya Niştîmanî heye ji bo sûd ji peymanê bête dîtin li ser asta siyasî, û cext li ser pêwîstiya vekirina rê li pêşiya aktivkirina prosesa siyasî kir, ji bo pêkanîna çareseriya siyasî ya berfireh û bidestveanîna daxwazên gelê Sûriyê yên ji bo azadî û dadperweriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyê