Şandeke Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê bi serokatiya serokê Hevbendiya Niştimanî mamoste Ebdulrehman Mistefa seredana herêmên rizgarkirî li bakurê Sûriyê kir, û çend civîn digel encûmenên xwecihî û alayên leşkerî û navendên dadweriyê lidar xistin.
Şandeyê digel serokê desthilata Sûriyê ya demkî Dr. Cewad Ebû Heteb û emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî Dr. Nezîr Elhekîm û çend endamên desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî bû.
Seredan bo gundewarê Helebê yê bakur û rojhelat û ji nav wan bajarokê Elraî’, û şande digel nûnerên encûmena dadwerî li hindirê Koçka dadweriyê ya li bajarok civiya, û digel wan behsa giringiya rola dadweriyê û pakiya wê û dabînkirina dadweriya sizadanê kir, her weha civîneke din digel encûmena parêzgeha Helebê û encûmenên şaxan li herêmê pêk anî.
Serokê Hevbendiyê got ku em dê di dema dahatî de seredanên xwe bo herlêmên rizgarkirî bêtir bikin, û civînan digel birêveberiyên xwecihî û desteyên sivîl pêk bînin, û destnîşan kir ko amanc ji wan ew e, giringiyê bidin rola birêveberiya xwecihî û karê dezgehî, û bi hemû şêwe û karînan piştgiriya wan bikin.
Mistefa got: ‘’hevdîtin bi encamên erênî bûn, û pêdiviya wan bêtir bi kar heye ji bo bigehêjin karên bihêz ko wan ramanan hemûyan li herêmên rizgarkirî cîbicî bikin. Û ‘’ destnîşan kir ko wî raportên ko encûmenên xwecihî amade kirine û arîşeyên têtin pêşiya wan xwendine, û got ku em hewcedar in ko rola birêveberiyên sivîl bi hemû awayan bihêz bikin.
Û got ku gelek karêmn mirov dikare bike hene, tev li beraberiyên mezin yên hene , û got : “Min gelek ji viyana hevkarî û encadanê û avekieinê dît” .
Hevbendiyê diyar kir ko bi hevkariyê digel desthilata demkî û alayên leşkerî di mijara kar de bo aktîvkirina karê dezgehên xizmetkariyê û yên birêvebirina bi hêza xelkên wê û got me plan kiriye ko li nav gel bin, û bi hemû şêweyan em ê hewil bidin wisa bin.
Her weha tekez kir ko cîbicîkirina peymana Idlibê û dabînkirina aramiyê ji niştecihên herêmê re, li ser me ferz dike ku em xizmetguzaiyan û jiyaneke bi rûmet ji tevaya deverên rizgarkirî re dabîn bikin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî