Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê, Tirkiya wek aliyekî gerantor di rêkeftina kêmkirina oparesyonên şer de han da li ser terxankirina bizavên zêdetir ji bo rê bête girtin li pêşiya armanckirina sivîlên Sûriyê li Dêrazorê û gundewarê Helebê û herdu Xûteyên Şamê ya rojava û rojhilat ji aliyê Rûsiya û Îranê ve bi riya firokên şer û milîsên terorîst yên Îranê.
Ev axaftin îro di civînekê di navbera desteya siyasî ya Hevbendiyê û şandeke ji wezareta derve ya Tirkiyê de hat, bi amadebûna cîgirê rawêjkarê wezîrê derve “Sidat Onal” û berpirsa fayilê Sûriyê “A’îşacan Kirabtirî”.
Şanda Tirkiyê bal kişand ku armanca Tirkiyê ji kongirê Astana yê bê ew e parastina sivîlan û serbestberdana girtiyan û rakirina dorpêçê û parastina aramiya Idlibê.
Herwiha şanda Tirkiyê piştgiriya xwe ya tekûz bo Hevbendiyê û desteya bilind ya danustandinan di geşta Cinêv ya bê de xuya kir, û tekezî li ser giringiya yekrêziya opozisyonê di çarçovê piransîpên şoreşê de kir, ku dibe yekrêzî bibe fakterê veguhestineke siyasî li Sûriyê.
Şanda wezareta derve ya Tirkiyê tekezî li ser giringiya hevkariyê di navbera Tirkiyê û Hevbendiyê û hemî dezgehên wê û di serî de hikûmeta demkî de kir, û bal kişand ser rola Tirkiyê li Idlibê û got ew ji bo avakirina xalên leşkerî ye ji bo çavdêriya rêkeftina kêmkirinê ye, û derbarê vê yekê giringiya hevkariyê ligel Hevbendiyê û artêşa azad nîşan da.
Ji aliyê xwe ve, desteya siyasî ya Hevbendiyê tekezî li ser giringiya radestkirina derwazên sînorî ji bo hikûmeta demkî kir, û ev yek bi pêgaveke sereke ji bo bihêzkirina çavdêriya hikûmetê li ser fayilên serweriyê li navçeyên rizgarkirî dît, û daxwaz ji Tirkiyê kir ku destêwerdanê bike ji bo rawestandina bombebarankirina sivîlan ji aliyê Rûsiya û milîsên hevalbend û kar bike ji bo serbestberdana girtiyên di girtîgehên Esed de.
Desteyê tekez kir ku Hevbendî berdewam e li ser encamdana çaksaziyên pêwîst ji bo karakirina karê navend û saziyên Hevbendiyê û bihêzkirina pêgeha wê li hindurê welêt, û tê zanîn ku desteya siyasî civînek li welêt lidarxistibû û ew bi niyet e berdewam be li ser vê yekê bi armanca çêkirina têkiliyên zaf ligel deste û encûmenên xwecihî, û karkirin ji bo peydakirina xizmetgozariyên pêwîst bo hemwelatiyan li navçeyên rizgarkirî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî