Serokê Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê Riyad Sêf tekez kir ku Hikûmeta Demkî destkeftên mezin li deverên azadkirî bidest dixe, tevî karînên kêm, herwiha daxwaz ji dewletên piştevan kir ku alîkariya wan bikin ji bo parastina dezgehên dewletê û misogerkirina berdewamiya karê wan.
Ev yek roja Pêncşemê hat gotin, di civîna serokê Hikûmeta Demkî Cewd Ebû Heteb û hejmarek wezîr li gel nûnerên welatên piştevan, û beşdariya encûmenên parêzgeh û rêveberiyan, û Yekîneya Hemahengiya Piştevaniyê, û rêxistinên civaka sivîl li avahiya Nûneratiya Hikûmeta Sûriyê ya Demkî li bajarê Xazî Entabê.
Sêf got:”Tişta ku Hikûmeta Dr. Cewd Ebû Heteb pêk aniye destkefteke mezin e, ew jî tevî karînên kêm ên heyî, û dê tiştekî herî baş pêşkêş bike heger alîkariya darayî û teknîkî hate pêşkêşkirin ew jî bi saya karê karmendên wê “.
Sêf bal kişand l ser wê yekê ku pêşindeya Hevbendiya Niştîmanî piştevaniya Hikûmeta Demkî ye, û da zanîn ku ev yek dê parastina damûdezgehên dewletê li deverên azadkirî bike, herwiha dê çênebûna cêwaziyê di navbera sîstemên îdarî û şêweyên jiyanê de misoger bike.
Herwiha Ebû Heteb destnîşan kir ku Hikûmeta Demkî nûnertiya tevahiya pêkhateyên Sûriyê dike, û lêzêde kir ku “Wezîrên Hikûmetê li kêleka kadroyên li ser xaka Sûriyê kar dike, û tevahiya wezaretan sîstemeke wan ya rêvebirinê heye, ku ji aliyê tevahiya pêkhateyên gelê Sûriyê tê piştevanîkirin li deverên azad”.
Serokê Hikûmetê di heyama civînê de weha berdewam kir:” Hikûmetê ev erk da ser mile xwe û erê kir tevî hemû metirsiyên wê, ji bo dîtina sîstemeke desthilatê ya demokrat li ser bingeha zelaliyê li dijî projeyên tundrew û cudaxwaz, herwiha projeyên stmekariyê, û kar li ser wê yekê hate kirin, ku wekheviyê di navbera jin û mêr de herwiha di nav tevahiya pêkhateyan de pêkbînin”.
Di dawiya civînê de nûnerên Yekîtiya Ewropayê karên ku Hikûmeta Demkî li deverên azadkirî tevî karînên kêm pê radibe bilind nirxand, û dan zanîn ku ev kar di serî de di berjewendî û xizmeta sivîlan de ye.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandina Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê