Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê Riyad Sêf ligel şanderê Firinsa yê taybet bo karubarê Sûriyê Firank Cîliyê civiya, û ligel hev pêşhatên piroseya siyasî û rewşa meydanî gengeşe kirin, û bal kişandin ser giringiya karakirina piroseya siyasî û vejînkirina wê, ji bo peydabûna çareseriyek siyasî ya dadmend ligor biryarên navdewletî û bi taybetî ligor daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254.
Herdu aliyan di hevdîtinê de tekezî li ser berdewamiya pêwendiyên mukum di navbera herdu gelên Sûriya û Firinsayê de kirin, û her weha piştgiriya gelê Sûriyê ji bo bidestxistina mafên rûmet û azadiyê.
Sêf cext li ser giringiya rola Ewropa ji bo pêşvebirina piroseya siyasî kir, û herwiha tekez kir ku ti çareseriyek bi hebûna Esed û desteka wî ya desthilatdar peyda nabe.
Ji aliyê xwe ve, Cîliyê tekez kir ku bê dîtina çareseriyeka siyasî ya navdewletî ya zelal û dadmend wê aramî peyda nebe li Sûriyê, û cext li ser berdewamiya piştgiriya welatê xwe ji opozisyona Sûrî û helwêstên wê yên navdewletî re kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî