Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Riyad Sêf û bi amadebûna Ehmed Remedan serokê ofîsa ragihandinê û O’qab Yihiya endemê desteya siyasî, ligel Mihemed Eles’ed O’bêd sikirtêrê kar yê Tûnisê civiyan.
Di hevdîtinê de, Sêf supasiya gelê Tunisê kir li ser helwestên wê yên birûmet yên palpişt ji şoreşa gelê Sûriyê re û redkirina pêwendiyan ligel rijêma stemkar û tawankar ya Şamê, û got ku “hindek hewl ji derve dibin bo sazkirina opozisyoneke çêkirî da ku bibe xudan par bi rêka danustandinan”, û got: ” hindek hewl hene ji aliyê Rûsiya û Îranê ji bo şoreşê piştguh bikin her wek li Tûnis bûyî“.
Sêf diyar kir ku hindek dewletên derve li hember şoreşgeran rawestiyan dema ku derfeta rûxandina Rijêmê bi awayekî leşkerî hebû, û bal kişand ku “karê li Astana dibe, hewldan e ji bo rawestandina şer ji aliyê leşkerî de, bê encamdana ti çareseriyeke siyasî “, û got: ” tişta niha li Sûriyê dibe dikeve di çarçova dabeşkirin û destdanîna ser deveran , û ev parvekirin ne li gor biryara xelkê Sûriyê ye“.
Û serokê Hevbendiyê got ku xelkê Sûriyê bi tevahî parçekirina welatê xwe red dikin û bal kişand ser ku “kantonên ku kar ji bo wan dibe neberbihev in”, û ev yek bi “metirsiyek mezin” dît, û hişyarî da li ser encamên vê yekê li ser komelgeha Sûriyê.
Sêf tekez kir ku hin rêkar hene ji bo peydakirina pêwendiyan û diyalogek vekirî di navbera opozisyona Sûrî û sercem aliyên siyasî yên Tûnisê de, û got ku “Tûnis ji yekem dewletên destpêşxer bû ji bo palpiştiya şoreşa Sûriyê û çavdêriya yekem kongirê Encûmena Niştimanî kir”, û got: ” pêwîstiya me bi têkiliyên we ligel gelê Sûriyê heye“.
Ji aliyê xwe ve, sikirtêrê giştî yê Rêxistina kar ya Tûnisê got ku “em bawer in ku şoreşa Sûriyê wê bi ser xwe ve were, û wê pêvejoya xwe rast bike”, û got: ku ” divê kar bo peydakirina mîkanizmên têkiliyan û hemahengiyê bibe “, û bal kişand ku hin “alî hene bi hilmetên şêwandina wêneyê şoreşa Sûriyê radibin”, û tekez kir ku Rêxistina kar û bi hevkariya hin rêxistinên sivîl yên din bi erkê piştgiriya şoreşa Sûriyê li ser asasê piştgirî û alîgiriyê radibin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî