Hevrêzkarê ofîsa sereke ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî li gundewarê bakurê Helebê, Ehmed Şhadê, serdana baregeha Wezareta Rêveberiya Navxweyî li bajarê Efrînê kir, û hevdîtin bi wezîrê rêveberiya xwecihî û xizmetguzariyan endazyar Mihemed Seîd Silêman re kir.
Û hejmarek ji endamên Encumana Heleb a Azad, beşdarî di serdanê de kirin, û herdû aliyan rewşa gundewarê Helebê û rola Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Encumanê ji bo kirina karên pêkan di warê pêşkêşkirina alîkariyan bo derbider û koçberên ji Idlibê û gundewarê Helebê yê başûrê rojava gengeşe kirin.
Û amadebûyan behsa çawaniya dabînkirina hewcedariyên sereke ji penaber û koçberan re û bi taybet yên girêdayî bi cih û xizmetên tenduristî û alîkariyên xwarinê kirin.
Û civîngeran tekezî li ser giringiya karê Encuman û nemaze doseya koçberkiriyên neçar ji ber operasyonên rijêma Esed û piştgirên wê dermafê sivîlên ji deverên corbecor ên Sûriyê kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî