Serokê Hevbendiya niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê Ebdulrehman Mistefa dibîne koserkeftina çareseriya siyasî li Sûriyê û misogerkirina wê bandora nabe bi kontrolkirina leşkerî bandora nabe, destnîşan kir ko veguhastina siyasî û giştî wek ko di daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254ê ve ew pîvana bingehîn e.
Têkçûnên şoreşgeran li hin deveran ne bi bandor e, bêtir got ko nerîneke navdewletî bi giştî heye ko çareserkirina siyasî li gora biryarên navdewletî derbarê mijara Sûriyê de heye, tekez kir ko giring e tawankariyên cengê bêne siza kirin.
Di hevpeyivînekê ya digel acansa Enadol Mistefa tekez kir ko miletê Sûrî her berdewam e bo dozkirina mafên xwe yê azadî, rûmet û dîmuqratiyê û paş ve venagere eger kontrola leşkerç bêtir an kêmtir bibe.
Mistefa diyar kir ko ‘’ gava milet di adara 2011ê de rabû ser xwe li dijî zordarî û dîktatoriyetê rêjîm wê hingê hemû xaka Sûriyê kontrol dikir.‘’
Bal kişand ser rêjîmê û hevalbendên wê ko ew jidil zimanê kuştin û bombebaran û êşkencedana rêbazkirî nizanin, bêtir got ew tev de tawankariyên cengê ne dihêle hebûna rêjîmê gef bin li ser ewlehî û aştiya navdewletî be.
Tekez kir ko Hevbendî dê berdewam be karê ko xizmeta sivîlan de bike li herêmên rizgarkirî , dê her piştgiriya desthilata Sûriyê ya demkî û ya encûmenên xwecihî û yekîniya hevrêzkar û piştgiriyê bike.
Jêder: Nivîsgeha ragehandina ya Hevbendiya Niştimanî