Enes al-Abda, serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûrî, digel Dimitrina Karyatova, Rêvebirê Bernameya Piştgiriya Penaberan ya Komîsyona Ewropî, û Pedro Luis Garcia, Serokê Beşê Alîkariya Mirovî yê Komîsyona Ewropî civiya, û bi wan re rewşa penaberên Sûrî li Tirkiyeyê gotûbêj kir.
Herdu alî rêkeftin li ser berdewamiya danûstandin û hevahengiyê digel Hevbendiya Niştimanî û saziyên wê, ji bo pêşkêşkirina arîkariya girîng û pêwîst ji penaberên Sûrî re, ji bo sivikkirina barê êş û derdeseriya wan ya berdewam ji çendîn sal ve.
Serokê Hevbendiya Niştimanî tekez kir li ser giringiya peydakirina alîkariyan li ser her warî, nemaze di warên tenduristî û perwerdehiyê de, wek peydakirina kursan ji bo xwendekaran û peydakirina kursên belaş ji bo fêrkirina zimanê Tirkî, tevî piştgirîkirina projeyên biçûk.
Û rewşa mirovî ya koçberan li bakurê Sûriyê hate gotûbêjkirin, û serokê Hevbendiya Niştimanî daxwaza piştgiriyê ji wan re kir, û got ku “karesatek mezin e .. xelk gazina ji kêmasiyên dijwar yên pêdawîstiyên jiyanê dikin.
Wî daxwaz kir ku kar bête kirin û bi hevahengî bi sazîyên rêvebirîya Hevbendiya Niştimanî re, bi taybetî bi hikûmata demkî ya Sûrî û Yekîneya Kordînasyona Piştgiriyê re, û sûdê ji raport û lêkolînên hatine dîtin di dema borî de wergirin, ji bo naskirina hewcedariyên bingehîn yên malbatan li wan deveran.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî