Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ebdilrehman Mistefa daxwaz ji civaka navdewletî kir da bizavê bêtir bike ji bi sizakirina tawankarên cengê li Sûriyê, û dibîne ko ew pareke bingehîn e ji bo çareseriya siyasî ya rastî.
Ew gotinên wî wek bersivekê bûn li ser derkirina dadweriya Firensî ji fermana girtinê re derheqê sê mezinên Efserên ewlehiya rêjîma Esed ku ew jî ev in: Lîwa Elî Memlûk fermanberê ewlehiya netewî, Cemîl Elhesen fermanberê birêveberiya ewlehiya asmanî û Ebdulselam Mehmûd serokê şaxê vekolînê yê ewlehiya asmanî.
Mistefa got: ‘’ Civaka navdewletî tiştekî pir kêm bo sizakirina tawankarên cengê kiriye.‘’ û got ku ew ne li gor ‘’ Qebareya mezin a tawankariyên rêjîmê ye, yên ku ji heşt sal ve dike.‘’
Mistefa tekez kir ko welat hewcedarî çareseriyeke siyasî ya herdemî ye, û bal kişand ser ko çareserî bi piransîba dadpirsînê ve girêdayî ye, û berî her kesî bi berpirsiyarên rêjîma Esed re.
Û got ku divê cihê tawankarên cengê rekehên dadgehan bin, ne ko aliyekî çareseriyê bin, wek amajepêdanekê ku hîn civaka navdewletî rêjîma Esed wek aliyekî ji yên çareseriya siyasî dibîne.
Her weha çalakvanin mafnasiyê daxwaz kirin ko bîrnameyin girtinê yên nû derheqê Beşar Elesed derkevin, çimkî ferman hemû ji bal wî derdikevin.
Rojnameya Lomond ya Firensî duhî duşembê anî ziman ku bîrnameya girtinê ya ko dadweriya Firensî derheqê Memlûk û du efserên din derxistiye, bi sedema hin tawanên ku Memlûk bi taybetî kirine, ji ber wî tawanên dijî mirovaniyê û tawankariyên cengê kirine, li gora dozdarekê dadweriya firensî ku ji sala 2016an ve vekolînê têde dike.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî