Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê birêz Ebdulrehman Mistefa, digel balyozê Corciya Îrakîl Koblatazde û qunsilê Corcî li Istanbulê Înga Kîkfadizê li Enqerê civiya, û pêşveçûnên meydanî û yên siyasî li Sûriyê gotûbêj kirin.
Herdu aliyan li ser ko miletê Sûrî û yê Corcî derdê tawankariyên Rûsya dikêşînin, yên derheqê sivîlan pêk tînin, û piştgiriya rêjîmin nerewa dikin, bi amanca ko nehêlin ew milet azadî û rûmetê bidest bixin.
Mistefa got ku bûyerên li herêma başûr pêk tên mîna ‘’roja qiyametê‘’ ye, û bêtir got ko Rûsya li dijî sivîlan zordariyê bikar tîne, tako ji mercên wê re sernixûz bibin, û hişyarî ji koçberkirina kotekî ya sivîlan da, wek ya berê li herêmên din çêbûye.
Serokê Hevbendiya Niştimanî danpêdana rêjîma Esed bi cudabûna du herêmên Corciya red û pirotesto kir, û dibîne ku ew binpkirina yasayên navdewletî ye, û tekezî li ser serdestî û serxwebûna Corciya û yekîtiya xaka wê kir.
Mistefa bal kişand ser ko rêjîma Esed ‘’ne rewa ye û hemû biryar û helwestê wê ji bo me nerewa ne, rêjîm biryarên xwe ji Rûsya werdigire.. tenê ew wek karmend li bal fermanberiya Rûsî maye.‘’
Û got: ‘’miletê Sûrî ev heft sal helwesta Rûsya û operasiyonên wê yên ji bo kuştina xelkê, û tiştê niha li Corciya dibe, ev heft sal in em wek wî derdî dikişînin. ‘’
Piştgiriya xwe ji miletê Corcî re anî ziman û hêvî kir ko ew jî piştgiriya miletê Sûrî bikin, herdu aliya li ser xurtkirina peywendiyan tekez kirin, û her weha hevkar bin ji bo berjewendiya ko xizmeta herdu miletan bike.
Mistefa daxwaz ji desthilata Corcî kir, ko nûnerekî xwe yê taybet bo Sûriyê destnîşan bike, bi amanca xurtkirina peywendiyan.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî