Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ebdulrehman Mistefa berpirsiyariya tiştê li Sûriyê çêdibe da ser milê rêjîma Esed û bal kişand ser ko wî ji çend salan ve derfet daye milîtanên Îranî yên tirorist ko derbasî xaka Sûriyê bibin û maf da Tehranê ko xaka Sûriyê bike kaxezeke fişarê ya herêmî û navdewletî, ji bo pirojeyê xwe yê atomî cîbicî bike.
Mistefa di daxuyaniyeke taybet de îro pêncşembê got: ‘’rêjîma Esed Sûriyê ber bi wêraniyê ve da û hişt ko xaka Sûriyê meydaneke şerî ya vekirî çi herêmê û çi navdewletî be, ev tev de ji bo ko di desthilatdariyê de bimîne . ‘’
Mistefa berdewam kir û got: ‘’Rîjîma Esed milîtanên Îranî û milîtanên hizbulah anîn û rê da Daiş û Elqaîde tako pir bibin û piştgiriya rêkxistinên tiroris kir, destnîşan kir ko rêjîmê û ji gava ko nas kir wê birûxe bi şêweyekî rêbazkirî aramî li herêmê têk da bi rêya rêkxistinên tirorist tako civaka navdewletî bixapîne û diyar bike ko ew tenê dikare aramiyê pêk bîne. ‘’
Mistefa diyar kir ko Îranê sûde ji hewcedariya rêjîmê ji pişthiriyê re kir û bi taybetî di sala 2013ê ve kir ko birûxe , Mistefa bal kişand ko Îran Sûriyê bo arîşeya pirojeyê xwe yê atomî bikar anî.
Mistefa dîsa tekez kir gerek civaka navdewletî bi heman nerîna li rêjîma Esed li Îranê jî binere çimkî herdu aştî û ewlehiya navdewletî têk dibin û hemû çalakiyên wê yên tiroristî li herêmê rawestîne.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî