Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê birêz Ebdilrehman Mistefa û çend endamên desteya siyasî evro sêşembê digel cîgirê alîkarê wezîrê derve yê Emerîkî yê karûbarê Welatên Şamê û şandyarê taybet bo Sûriyê, Joel Rayburn, û tîma digel civînek lidar xistin, û herdu aliyan behsa pêşketinên di danûstandinên li ser avakirina devera aram li Rojhilatî Feratê û dûrkirina deverê ji karekî leşkerî kirin .
Herdu aliyan dawîtirîn pêşkeftinên meydanî û siyasî gotûbêj kirin, û bi taybetî gurbûna leşkerî ya metirsîdar ko rêjîma Esed û hevalbendên wê li ser bakurê Sûriyê birêve dibin, û xistina waşinton ji milîtanên şoreşger yên Îranî di lîsta tiroristiyê de, herweha dosya devera aram .
Serokê Hevbendiya Niştimanî tekez kir ko rêjîma Esed di pêkanîna tawankariyan derheqê sivîlên Idlibê û gundewarê Helebê û Hemayê de berdewam e, û bal kişand ser ko di rojên dawî de bombeyên fosforî û mûşekên dûravêj bikar anîne.
Mistefa tekezî li ser giringiya lêpirsîna li gel rêjîma Esed ji ber tawankariyên cengê yên kirine, û dibîne ko ev parek bingehîn e ji pirosesa siyasî ya li gora biryarên navdewletî bi taybetî daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254, û daxwaz ji waşinton û hevalbendên wê kir ko bêtir fişarê bidin ser rêjîmê bo pabendiyê bi peymana Idlibê bike, bo rawestandina şer û berdewamkirina pirosesa siyasî.
Derbarê rojhelatê ferat Mistefa tekezî li ser giringiya lihevkirineke Emerîkî Tirkî li wê herêmê kir, her weha rola bingehîn ya ku heye desthilata Sûrî ya demkî pê rabe di birêvebirina herêmê de, û bal kişand ser ku Hevbendî kar dike ji bo nûkirina şêweyê desthilatê, û danîna pilanên nû ji bo karê xwe yê birêvebirina devera bakur, û amaje bi giringiya piştgiriya welatên dostên gelê Sûriyê ji bo biserxistina vî projeyî kir.
Ji hêla xwe ve birêz Joel tekez kir ko welatê wî di dema niha de giringiyê dide dosya dadpirsînê û nehêlana hewildanên rizgarbûna ji sizakirinê, û hejmarek ji faylên tewanên şer ên ku rijîma Esed pêk anîne diyar kirin, wek dosya “Qeyser”, û herdû aliyan behsa pêşketinên pirojeyê yasaya ku li Kongirêsê hatiya biryardan kirin.
Û Joel amaje kir ku Waşinton nahêle Îran di pêkanîna tewankariyên xwe de li Sûriyê berdewam bike, û dît ku ev yek ji sedemên ku wan pê Pasvanên Şoreşger ên Îranê xistine nav lîsteya terorê de.
Û tekezî li ser giringiya dabînkirina beşdariya tevaya pêkhateyên devera Bakur-rojavayê Sûriyê di encumanên xwecihî de kir, her weha berdewamiya danûstandinan ji bo avakirina devera aram û dûrkirina çi bijardeya leşkerî.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî