Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê Riyad Sêf ligel serokê hikûmeta demkî Cewad Ebû Heteb û serokê ofîsa ragihandinê Ehmed Remedan û çend berpirsên hikûmetê serdana hin navçeyên rizgarkirî kir.
Serokê Hevbendiyê ligel şanda navhatî li ser dergehê Bab Ekselamê yê sînorî ji nêzîk ve li rewşa derbasbûna hemwalatiyên Sûriyê û li hêsankariyên hikûmeta Tirkiyê, yên pêşkêşî xelkê Sûriyê dike li dema ji Tirkiyê derbasî Sûriyê dibin temaşe kir, û herwiha serdana kampên penaberên Sûriyê kir û guhdarî li axafina hemwelatiyan kir, yên ku têde behsa zehmetiyên xwe kirin.
Di serdana xwe de, serokê Hevbendiyê û yê hikûmetê û perpirsên Hevbendiyê ligel serokên encûmenên xwecihî yên navçeya bakur û herwiha ligel encûmena hozên kurdî yên şoreşa Sûriyê kom bûn, û di hevdîtinê de serokê Hevbendiyê pîrozbahiya wan bi cejna rojiyê kir, û tekezî li ser giringiya hemahengiya dezgehên şoreşê ji bo pêşkêşkirina xizmetgozariyan bo xelkê navçeyên rizgarkirî kir, ji bo sivikkirina barê tengaviyên bi sedema rijêma Esed û hevalbendên wê.
Herwiha Sêf cext li ser giringiya yekrêziya hêzên leşkerî yên şoreşê û yekitiya wê di yek pêkhateya leşekerî de kir, li jêr ala artêşeke niştimanî ji bo parastin û berevaniyê di ber maf û xelkê Sûriyê de bike.
Her weha serokê Hevbendiyê û serokê hikûmetê û şanda ligel wan serdana zanîngeha Helebê û peymangeha amadekirina wanebêjan kirin, tevî serdana baregeha hikûmeta demkî li bajarê Azazê, û Sêf bal kişand ku şoreş berdewam dibe heta bidestxistina daxwazên wan yên ji bo rûmet û azadiyê û bidawîkirina stemkariya rijêma Esed ya berdewam her ji salên heftiyan ji çerxê bîstê û heta niha.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî