Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, berêz Ebdulrehman Mistefa, ji bo gengeşekirina pêşhatên meydanî û siyasî li Sûriyê, îro roja pêncşemê li Enqera paytexta Tirkiyê, ligel berêz Mewlûd Cawîş Oglo Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê civiya.
Mistefa tekezî li ser kûrbûna têkiliyan ligel Tirkiyê kir, tevlî berdewamiya têkiliyan di çarçovê stratîjiyeke tekûz di navbera herdu aliyan de, li ser binemayê piştgiriya Hevbendiya Niştimanî û dezgehên wê, û bi taybetî piştgiriya Karê hikûmeta demkî li gund û bajar û bajarokên rizgarkirî.
Herwiha tekezî li ser giringiya çespandina agirbestê û piştgirî û aktivkirina pêvajoya danustandinên Cenêvê kir, ji bo pêkanîna veguhestineke siyasî ya giştgîr ligor daxuyaniya Cenêv û biryara 2254, û ji bo tevlîbûna rijêmê li nav danustanên Cenêvê û pêvajoya siyasî û daxwaza fişaran li ser Rûsiya kir.
Mistefa cext li ser giringiya sizadana tawanbarên şer kir, û di serî de sizadana Bişar Esed û desteka rijêma wî, nemaze piştî dubarekirina tekezkirina li ser berpirsyaretiya wî di ber bikaranîna çekên kêmyayî û yên qedexekirî de bi awayekî berdewam, û berdewamiya li ser kuştin û koçberkirina bi milyonên Sûriyan.
Serokê Hevbendiya Niştimanî li dawiyê supasiya hikûmet û gelê Tirkiyê kir li ser piştgiriya ku pêșkêş dike ji bo sivikirina bargiraniya miletê Sûriyê her ji sala 2011’an ve, bi sedemê tawanên rijêmê yên ji bo mana li ser desthilatê û redkirina veguhestina siyasî, û helbijartina bijardeya yekalîkirina leşkerî ya xwîndar.
Jêder: Ofîsa Hevbendiya Niştimanî