Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ebdulrehman Mistefa, tekez kir ko êrîşa rêjîmê û hevalbendên wê li ser Idlib wê encamin bobelatî li pey xwe bihêle, çimkî bêtir ji du milyon sivîl lê dijîn, piraniya wan yên bi kotekî koçber bûne, û got ku giring e netewên yekgirtî nehêle çi tevgera bi vî rengî çêbibe.
Di hevdîtina bi çend alavên ragehandina Tirkî re li bargehê Hevbendiya Niştimanî li bajarê Istanbulê, Mistefa got: ‘’ Gefên rêjîmê jidil in, û du milyon kesên cih ji wan re nîn e li Idlibê dijîn, eger tiştek çêbibe wê bobelateke mirovî be.‘’
Û bal kişand ser rawestana Tirkiyê li rex şoreşa Sûriyê, û alîkariya wê ya mezin di warê hilgirtina barê penaberan û piştgiriya wê ji artêşa azad bo berdana rêkxistinên tiroristî, dihêle em geşbîn bin ko Idlib nekeve wê rewşê de. Û bêtir got ‘’ji berê ve hewildan hebûn ko Sûriyan ber bi Idlib ve koçber bikin, û Tirkiyê dixwaze helwesteke siyasî û diblonasî bistîne, çimkî ew dewleta dabînker ya herêma kêmkirina şer e li Idlib , û ew ya bi tenê ye ko li kêleka miletê Sûrî maye. ‘’
Û diyar kir ko ‘’ rêjîm bi piştgiriya Iranê di siyaseta koçkirina kotekî de berdewam e, û vê dawiyê li Dera jî pêk anî, û got ku ev yek çêbû piştî ko dabînkerê Emerîkî ji pabendiyên xwe vekişiya, û tekez kir ko Idlib nuha li ber siyaseta koçkirinê ye, û em bi hêvî ne heman siyaset dubare nebe.‘’
Mistefa tekez kir ko Hevbendiya niştimanî bi çareseriya siyasî re ye, ya ko xwîna Sûriyan ji rijandinê biparêze û hêviyên wan misoger bike, û daxwazên ko ji destpêka şoreşê ve dixwazin pêk bîne, û got: ‘’me di kongirên cobicor de beşdarî kir, lê em dixwazin ko çareserî bi çavdêriya Netewên yekgirtî li Cinêvê be, ya ko em ji sala 2014ê ve lê beşar bûne, lê me tiştekî jidil ji hêla rêjîmê û hevalbendên wê ve nedît. ‘’
Û destnîşan kir ko kontirolkirina rêjîmê ji herêmine bêtir re ne serkeftin e, û got ku şoreşa Sûrî gava dest pê kir çi xak di destê şoreşgeran de tune bû, milet bi dana qurbaniyan berdewam e û çare siyasî ye ne leşkerî ye.
Û dibîne ko têkçûna rewşa mirovî li Sûriyê, û berdewamiya pêkanîna tawankariyan derheqê sivîlan de, bi sedema bêçarebûna civaka navdewletî û sizanekirina tawankaran ne.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyê