Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Enes Elebde, îro şembiyê li avahiya Hevbendiyê li Istanbolê, pêşwaziya serokê Encûmena Tirkumanî ya Sûrî Emîn Bozoxlan û hejmarek endamên Encûmenê kir.
Herdu aliyan kartêkeriya rola Encûmena Tirkumanî li meydana karê niştimanî Sûrî û li nav dezgehên Hevbendiyê gotûbêj kirin, herdu aliyan tekezî kirin li ser giringiya ko Encûmen û endamên wê bi roleke erênî rabin di pêşvebirina peywendiyên navbera Şoreşa Sûrî û civaka Tirkî de, di riya peywendiyeke civakî bi kesên piştgiriya şoreşê dikin ji civaka Tirkî ya ko Sûrî ji destpêka Şoreşê ve himêz kirine.
Civîngeran tekez kirin ko Encûmenê di avakirina peywendiyan navbera Hêzên siyasî yên Sûrî û Hêzên bingehîn yên civaka li Tirkiyê roleke giring leyistiye.
Herdu aliyan plana hevbeş ya dema dahatî gofûbêj kirin, û dîtin ko encamên wê dê di berjewendiya miletê Sûrî û Şoreşa wî de bin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî