Evro sêşembê şandeke Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê seredana paytexta Belcîka dike, û dê digel berpirsiyar û diblomasiyên astbilind ên Emerîka û yekîtiya Ewropî û çend dewletên din bicivin.
Şanda Hevbendiya Niştimanî bi serokatiya Ebdilrehman Mistefa ye, û bi beşdarbûna serokê birêveberiya peywendiyên derve Ebdilehed Istêfo û serokê birêveberiya medya û ragehandinê Ehmed Remedan.
Seredan heta roja îna dahatî berdewam dike, di wê seredanê de şanda Hevbendiyê dê digel şandyarê Emrîkî yê taybet bo Sûriyê Cêmis Cêfrî û şanda pêre bicive, hem digel berpirsiyarên şanda taybet ya Yekîtiya Ewropî bo Sûriyê û wezareta derve ya Yabanê.
Ebdilehed Istêfo pesnê vê seredanê da û got ku ew giring e, û şande dê çend kêşeyên giring gengeşe bike ji nav wan rewşa mirovînî ya dijwar û bi taybetî ya kampa Elrikban, hem kêşeya herêma bakurê rojhelatê Ferat. Û tekez kir ko dê hûrbîniyê bidin binpêkirinên berdewam yên rêjîma Esed û Îranê li gundewarê Idlib û Hemayê, û rola wan di piştgiriya milîtanên tirorist û têkbirina aramiyê li herêmê.
Istêfo got ku ew dê dosya girtiyan û operasiyonên êşkencedanê yên rêkxistinên mafnasiyê ew aşkere kirine gengeşe bikin, û destnîşan kir ko ‘’ helwesteke tund ji civaka navdewletî derbarê tawankariyên cengê tête xwestin‘’, û daxwaz kir ko ew dosya ber bi dadgeha tawankariyên navdewletî bête şandin û berpirsiyarên wan lêpirsîn digel wan bibe.
Bal kişand ser ko giring e Sûrî di operasiyonên destnîşankirina qebareya alîkarî û bexşaniyên mirovî de beşdarî bikin, û tekez kir ko Hevbendiya Niştimanî hêj baweriyê bi roleke mezin ya civaka navdewletî tîne, bo miletê Sûrî daxwazên xwe bidest bixe , û ji zordarî û tundûtûjiyê rizgar bibe, û çareseriyeke siyasî ya herdemî li Sûriyê li gora biryarên navdewletî û ya sereke daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254ê peyda bikin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî