Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û hevrikiya Sûriyê Riyad Sêf tekez kir ko serkeftina miletê Îranê di misogerkirina daxwazên xwe de bi vê şoreşa li dijî diktatoriyetê ya ko rêjîma melayan bikar tîne, dê bandoreke erênî li ser rewşa Sûriyê û herêmê pêk bîne.
Sêf di daxuyaniyeke taybet de îro çarşembê bal kişand ser ko guherîna rêjîma Îranê ya tawankar piştgirê yekem ji milîtanên mezhebperest re li herêmê, dê ewlekarî û hêminî û aştiyê li Sûriyê, Îraq, Yemen û Libnanê pêk bîne.
Sêf got siloganên li kolana Îranê têne gotin kirdeyên rêjîma Îranê di binpêkirina maf û azadiyên giştî ko li dijî yasaya navdewletî û yasaya navdewletî ya mirovî ne bilind dikin, û dibêjin ko desthilata Îranê piştgiriya tîmên mirinê li welatên din dike, wek milîtanên mezhebperest li Sûriyê û milîtanên Heşda Şeebî li Îraqê û milîtanên Hizbulah li Libnanê û milîtanê Hosiyan li Yemenê dikin.
Serokê Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser ko dagîrkirina milîtanên Îranî yên bi ser rêjîma Îranî ve ji xaka Sûriyê re dirêj nake, û daxwaz ji hêzên şoreşa Sûriyê kir ko yek dest û yekgirtî bin, ji bo şoreşê bi rûyê wê yê geş ji nû ve derxin û bera hemû milîtanên mezhebperest ji xaka Sûriyê bidin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî