Serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê, Ebdulrehman Mistefa, xweşhaliya xwe diyar kir bi peymana di navbera Tirkiyê û Rûsya ya derbarê Idlib de çêbû, çimkî herêm ji çêbûna bobelateke mirovî rizgar kir, û tekez kir ko tiştê çêbû rê li pêşiya vegera li pêvajoya siyasî vekir, tako çareseriyeke siyasî ya tekûz ji welat re bête dîtin.
Mistefa di daxuyaniyên taybet de evro sêşembê got ku Hevbendiya niştimanî di gefên ku rêjîmê û Îranê didan digihişt, ji ber vê yekê di hemû danûstandinên digel aliyê Tirkî behsa saxlemiya sivîlan û mana wan li deverên wan dikir, da operasiyonên koçberiya kotekî dubare nebin.
Û bal kişand ser rola Enqere ya sereke di parastina ruhê bimilyonan kes de û mana wan li herêmên wan. û spasiya serok Receb Teyib Erdogan kir, û daxwaz ji hemû alayên şoreşê kir ko bi peymanê pabend bin.
Serokê Hevbendiya Niştimanî tekez kir ko ev peyman dê rewşê li Sûriyê baştir bike, û dê çareseriya siyasî bi ser bikeve li hember çareseriya leşkerî, ya ko rêjîmê û hevalên xwe dixwestin. Û bêtir got ko çareseriya rêjîmê ya kuştinê û êrîşên leşkerî têk çû, û dê rêjîm jî têk biçe, û Sûriyeke azad ji xelkên wê re ava bibe.
Mistefa destnîşan kir ko pêdiviya qonaxa dahatî bi karekî jidil heye, bo yekgirtina bizavan di hemû biwaran de, bi sûdewergirtina ji vegera tevgera şoreşgerî bo kolana Sûriyê, bi amanca vegera şoreşê bo pêvajoya wê ya rastî ya ko jê dest pê kir, û bidestxistina azadî û rûmetê, û guherîneke dîmuqratî bi qonaxa veguhastina rastî pêk were.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyê