Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, Dr. Nesir Elherîrî, di riya peyveke tomarkirî re beşdarî Kongirê Cîhanî ji bo Îrana Azad bû, yê ku Rikberiya Îranê di riya teknîka vîdyoyî re bi dirêjiya 3 rojan lidar dixe.
Û Elherîrî silav arasteyî gelê Îranê yê ji 40 salî de di bin sitemkariya rêjîmeke ewlekarî de dijê kir, gelê ku pir caran hewil daya ku xwe ji rêjîma diktator rizgar bike, lê hergav bi tundûtûjî û girtin û kuştinê tê bersivdan.
Û Elherîrî tekez kir ku doza herdû gelên Sûrî û Îranî yek e, ew jî rizgarbûna ji zordariyê û veguhastina berve dewleteke demoqratî piralî di bin hukumdariya yasayî de be, û got ku em û we heman tekoşînê dijî tewan û terorê dikin.
Û eşkere kir ku siyaseta rêjîma Îranê li ser dijmintiya gelan ava bûye, tevî gelê Îranê bi xwe jî, û dît ku ew siyaseteke bobelatî ye şîyanên diravî yên Îrana zengîn tertûbela kiriye, û hişt gelê Îranê derdê perîşanî û tinebûnê bikşîne.
Û bal kişand ku rêjîma Îranî bêserûberiyê li deverê belav dike, û terorê û tundiyê vediguhêze derve û kînê di riya milîşeyên xwe yên mezhebî û nandoz re belav dike, ji bo xewnên xwe yên mezhebî bicî bîne.
Û Elherîrî got ku rêjîma Xamîneî bi dirêjiya salan rolekî merkezî di paşxitina çi şîyanên ku sûlava xûnê li Sûriyê bidawî bîne dilîze,û got ku pirojeyên guhartina demografî yên ku ew rêjîm dixwaze li Sûriyê di riya kuştin û koçberkirinê re cîbicî bike, li ser hesabê ewlehî û hêminiya deverê û gelê Îranê ye, yê ku derdeseriya xizaniyê û gendeliyê ji dehên salan de dikêşe.
Û Elherîrî di peyva xwe de cext kir ku rêjîma Îranî û rêjîma Elesed li ti çareyê ji deverê re nagerin, ji ber ku hebûna wan bi berdewamiya kêşeyan û dadana cengan ve girêdayî ye.
Û tekez kir ku temenê gelan ji temenê zordaran dirêjtir e, û got ku çiqasî temenê sitemkariyê dirêj bike bê guman wê biçe, û em berbanga azadiyê dibînin waye tê, û guman li ba me nîne ku herdû gelên Sûrî û Îranî wê nêzîk azad bibin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî