Serokê Hevbendiya Niştîmanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Enes Abda, îro li Enqerê ligel Alî Yalçen, Serokê Federasyona Giştî ya Sendîkayên Karmendên sektora giştî li Tirkiyê civiya, û pêre rewşa pensberên Sûriyê li Tirkiyê gotûbêj kir, bi taybetî piştî biryarên dawiyê yên li Stenbolê hatine standin.
Abda tekez kir ku mebest ji civînê ew e, ku ji bo baştirkirina mercên karkirina penaberên Sûriyê li hemû bajarên Tirkiyê, û rastkirina rewşa yasayî li cîhên karkirinê.
Abda bal kişand, ku herweha doseyên girêdayî bi mijarên perwerdehiyê bi giştî û hînkirina zimanê erebî ji bo zarokên Sûrî li dibistanên Tirkiyê bi taybetî, û herweha kar li ser perwerdekirin û pêşxistina bernameyan bi hevkariya di navbera Yekîtî û karmendên Hevbendiyê û hukumeta demkî ya Sûrî de, bi aliyê Tirkî re hatin gotûbêjkirin.
Ji alîyê xwe ve, Alî Yalçen rawestandina Yekîtiya Sendîkayên karmendên dewleta Tirkiyê û hemû sendîkayên girêdayî wê bi tevahî li gel doseya Suryan bi giştî û penaberên Sûrî li Turkiyê bi taybetî piştrast kir û tekez kir ku dê hemû hewldanên xwe bikin ji bo piştgirîya doza Sûrî û berjewendîyên wê li Tirkiyê û li cîhanê.
Tê zanîn ku Hevbendî berdewam e li ser têkilî û danûstandinan bi rayedarên fermî yên Tirkiyê re ji bo bidestxistina destê alîkariyê û piştgiriya saziyên dewleta Tirkiyê, û ji bo çareserkirina astengiyên li pêşberî penaberên Sûrî li vî welatê ku pêşwazî li zêdetirî ji sê mîlyon penaberên Sûrî kiriye, tevî hevahengiya domdar bi hikûmeta Tirkiyê re ji bo dîtina çareseriyên rêkupêk ji pirsgirêkên penaber û niştecîhên Sûrî yên li Tirkiyê re.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî