Serokwezîrê hikûmeta Sûrî ya demkî, Abdulrehman Mistafa, tekez kir ku armanca pilana hukûmeta wî karê ji bo birêvebiriyeke sivîl û Hikûmraniyeke aqilmendane û kontrolkirina aramî û ewlehiyê li hemû deverên rizgarkirî bi riya avakirina artêşek niştîmanî ya profesyonal.
Mistefa îro di hevpeyvînekê de ligel rojnameya “Al-Quds Al-Arabi” got: Hukûmeta demkî hewl dide ku asta hevahengiyê di navbera wezaret, sazîyên sivîl, dezgehên ewlehkarî û leşkerî de bilind bike, di nav de jî xurtkirina hevahengiyê ligel hikûmeta Tirkiyê.
Wî bal kişand ser ku hikûmeta demkî dê di mehên bê de kar bike ji bo baştirîn xizmetgozariyên xwe bi rengek baştir ji xelkê re pêşkêş bike, herweha derbarê rewşa ewlehî jî got ku ” Wezareta Berevanyê hate damezirandin û lîwa Salîm Idris ji bo serokatiya wê hatiye destnîşankirin, û kar ji bo bilindkirina asta rêxistin, perwerde û amadekariyên şer ên arteşa niştimanî dikin”.
Herweha got ku ev pîvan dê bihêle veberhêner û sermayedarên Sûrî vegerin û dest bi proje û veberhênanan bikin, û derfetên kar li herêmê peyda bikin.
Mistefa giringî da hewcedariya berfirehkirina karê hikûmeta demkî ya Sûrî li hemû deverên rizgarbûyî, û da zanîn ku ew desteya rêvebirinê ya desthilata rewa ye, û ji hêla Hevbendiya Niştimanî ve hatiye damezrandin, û xwedan danpêdana navneteweyî ye wek nûnerê rewa yê gelê Sûrî.
Wî herweha tekezî li ser giringiya hevahengiya bilind bi aliyên Tirkiyê re kir, ev yek bi tişteke girîng dît ji bo hukumeta Sûrî ya demkî bikarbe deverên rizgarkirî wek tê xwestin birêve bibe, herweha got ku “Tirkiye hevalbendê stratejîk yê gel û şoreşa Sûriyê ye, û em serederiyê ligel dikin, û têkiliyan pê re ava dikin, û kar ji bo rêxistîkirina têkiliyan û pêşxistina wan dikin”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî