Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ebdulhekîm Beşar, tekez kir ko ew ê di gera danûstandinan ya nuha de “karê xwe yê sereke bikin operasiyona veguhastina siyasî” li gora biryarên navdewletî.
Di daxuyaniyeke taybet de îro înê Beşar diyar kir ko şanda miletê Sûrî dê îro digel şandyarê navdewletî Stîvan Dî Mistora bicive, ji bo bernama karê gera nuha gotûbêj bikin.
Beşar daxwaz ji Dî Misora kir ko rêjîmê neçarî pabendiya bi hêmanên operasiyona siyasî bike, û mijara veguhastina siyasî li gora biryarên navdewletî û bi taybetî biryara 2118 û 2254 gotûbêj bike.
Beşar, endamê desteya bala ya danûstandinan, bal kişand ser ko gerek Dî Mistora û tîma xwe giringiyê bidin raportên navdewletî yên dawî ko rêjîmê û hêzên wê bi bikaranîna çekên kîmawî û pêkanîna komelkujiyan derheqê girtiyan li zindana Seydnaya û zindanên din tometbar dikin.
Derbarê gotina şandyarê navdewletî di civîna destpêkê de ya li ser Destûrê, cîgirê serokê Hevbendiyê got: “mirov dikare piştî pêşvebirina operasiyona siyasî û xuyakirina veguhastina siyasî behsa vê mijarê bike”.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandina ya Hevbendiya Niştimanî