Di çend rojên borî de hejmarek êrîş li ser penaberên Sûrî li Libnanê hatin pêkanîn, û berpirsyara di Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê ev yek bi karekî “sîstematîk” da zanîn, û hişyarî da ji peymaneke nehênî di navbera hikûmeta Libnanê û Rûsya de.
Ev êrîş û bûyerên girtin û daxistina dikanên bazirganî, hevdem bûn li gel daxuyaniyên ji aliyê rayedarên Libnanê li dijî penaberên Sûrî, ku bûn sedema handanê li dijî penaberan ku bi kuştina penaberekî Sûriî yê 25 salî ji aliyê welatiyekî Libnanê bi derbên kêran li bajarokê Tayla li navçeya Ba’albek bidawî hat.
Seroka Ofîsa karubarên penaber û koçberan ya Hevbendiya Niştimanî, Emel Şêxo, got ku her hewleke ji aliyê hikûmeta Libnanê ji bo vegerandina penaberên Sûrî li welatê wan, dê gaveke bi rîsk û metirsîdar be, û diyar kir ku sedemên reva sivîlan ji Sûriyê hêjî hene, ku hêjî hebûna kiryarên kuştin û binçavkirin û îşkenceyê, bi raportên mafên mirovan yên herêmî û navnetewî têne piştrastkirin.
Û hişyarî da ji “ramanên tagirtî” yên ji hin aliyên Libnanê derdikevin ji bo vegerandina penaberên Sûrî ji derveyî çarçoveya çareseriya siyasî, û tekez kir ku ev yek dikeve di çarçoveya “vegerandina bi darê zorê û binpêkirina prensîbên yasa navnetewî ya taybet bi serederiya ligel penaberan”.
Şêxo her garantîyên ji alîyê Rûsya yên li ser ewlekariya penaberan piştî vegera wan red kirin, ji ber ku ezmûnên berê diyar kirin ku Rûsya bêalî nîne û nikare kiryar û reftarên rejîmê û yên milîsên Îranê yên terorîstî kontrol bike, û diyar kir ku bi tenê pirsa penaberên Sûriyê li Netewên Yekbûyî û bi rêya çareseriya siyasî çareser dibe.
Wê bal kişand ser ku tu kes nikare rola milîsên Hizbulaha Libnanê û beşdariya wê ligel rejîma Esed di pêkanîna tawanên şer û wêrankirina bajar, navçe û gundan de û tevî koçberkirina xelkê wan bi darê zorê ji bîr bike.
Û seroka karûbarên penaberên Sûrî, daxwaz ji biryardarên Komara Libnanê û hemû rayedarên wê yên karên civakî û mirovî kir, ku li dijî “projeyê stemkarî rawestin, yê hewl dide penaberên sûrî vegerîne dojeha hêzên ewlekariyê û saziyên tawankariyê, yên Libnan û xelkê wê bi dehên salan xistibûn bin destê xwe de”.
Şêxo, erkên hemû rêxistinên navnetewî, bi taybetî Netewên Yekbûyî û Komisyona Navnetewî ya Mafên Mirovan û hemû rêxistinên navnetewî yên pêwendîdar, derbarê penaberên sûrî anîn bîra wan, û ji wan xwest ku hemû bizavên xwe bikin ji bo rawestandina tevaya karên neçarekirina penaberan li ser kirina karên ku bibin gef li ser ewlehî û pêşeroja wan, û divê lêkolînê li ser vegera bi dilxwazî dûrî neçarkirinê bikin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî