Seroka fermanberiya karûbarên penaberan ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Emel Şêxo, diyar kir ko desthilatdarên Libnanî neheqiyek bêhempa dijî penaberên Sûrî kirine, û destnîşan kir ko efserin Sûrî yên ji rêjîmê cuda bûne kirine amanc da wan radestî rêjîmê bikin.
Fermanberiya karûbarê penaberan di dema dawî de çend civîn ligel parêzer, rojnamevan, çalakvan û siyasetmedaran pêk anîne, di civînan de binpêkirinên derheqê penaberên Sûrî li Libnanê pêk tên, û karkirina ji bo pêrabûnên yasayî yên penaberan biparêzinû mafên wan li wan vegerînîn bibînin, gengeşe kirin.
Şêxo got saxlemiya penaberên Sûrî berpirsiyariya desthilata Libnanî ye, û ji netewên yekgirtî daxwaz kir ko vekolîneke bilez bê kirin û kêşeyê bişopînin, bo nehêlin çi kesan radestî rêjîma Esed bikin.
Şêxo got ku bi dehhezaran efser û leşkerên hêzên Esed fermanên kuştina xwepêşander û sivîlan red kirin, hin ji wan reviyan Libnanê ji tirsa ko rêjîm wan gulebaran bike.
Û got: Em wijdanê cîhanê hişyar dikin û bi taybetî nûnerîtiya karûbarên penaberan û Rêkxistina Lêbûrîna Navdewletî bo têwerdanê bikin û nehêlin efseran radestî rêjîmê bikin.
Û bal kişand ser ko Libnan endameke damezrênera netewên yekgirtî ye, û divê bi peymanên wê pabend be, û peymana nehêlana êşkenceyê imze kiriye, û bendek jê dibêje ku gerek yên jiyana wan di metirsiyê de ye neyên radestkirin.
Şêxo tekez kir ko ji desthilata Libnanî tê xwestin ko pabendiyê bi hemû biryar û mafên bo penaberan hatine dan dike, û daxwaz kir ko divê ew desthilatdar rêzê li destûra xwe bigire, û li xwe vegere derbarê hemû pêrabûnên dawî yên ko penaberên Sûrî yên ko ji ber mirinê reviyane amanc dikin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî