Hevrêzkara karûbarê penaberan di Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, xanim Emel Şêxo, hevdîtin bi emîndarê giştî yê wezareta derveyî ya qeterî li Dewhayê birêz , Ehmed Bin Hesen Alhemadî pêk anî, û behsa rêyên dabînkirina piştgiriya bilez ji bo sivîl û koçberbûyên ji encama dijminkariya Rijêma Esed û Rûsiya li ser Idlibê kirin.
Ev kar wek beşekî ji pilanekê ye, ya Hevbendiya Niştimanî daniye, ji bo komkirina piştgiriya navdewletî ji bo rawestandina bobelata mirovî li Idlibê. Û ev serdana Şêxo bo Dewhayê ya dê sê rojan berdewam bike, bi hevrêzkariya li gel balyozxaneya sûrî li Qeterê pêk hat, ji bo pêkanîna hevdîtinên corbecor li gel alî û saziyên qeterî yên têkildar bi rewşa mirovahî bi armanca dabînkirina piştgirî û bersivdana awarte bo hewcedarên li deverên rizgarkirî.
Û Şêxo pêşhatên dawiyê li Idlibê û rewşa mirovî ya dijwar di dema êrîşa tund a ku hêzên rijêmê û Rûsiya li ser wan deveran ji nêzî deh rojan de pêk tînin, û bû sedema derbiderbûna bisedên hezaran û qurbanîbûna bidehan ji sivîlan, şirove kir.
Û amaje bi zehmetiya erkên li ser milê saziyên mirovahî ji ber gurbûna operasyonên leşkerî kir, herweha hebûna bihezaran penaberên bêwar, di dema ku serma gihiştiye pileyin pir kêm, û armanckirina rêyan di dema derbiderbûna sivîlan de, û saziyên mirovahî yên li deverê kar dikin, nema Karin hewcedariyên hejmarêm mezin ên derbideran pêk bînin.
Û tekezî li ser giringiya dîtina çareyeke yekser ji bo rawestandina êrîşan kir, û behsa çarçoveyên piştgiriyê û bersivdana bilez kir, bi hevkariya li gel deste û saziyên navdewletî û dezgehên xêrxwazî.
Û ji hêla xwe ve, emîndarê giştî yê wezareta derveyî, bêzariya xwe derbarê rewşa wan deveran anî ziman, û tekezî li ser giringiya tevgera bilez kir, ji bo rizgarkirina tiştê ku Karin rizgar bibin,û karkirina ji bo gihiştina çareyekê ji bo bidawîkirina derdeseriya berdewam a gelê sûriyê yê tevaya coreyên tewanan dijî wî tên pêkanîn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî