Seroka Birêveberiya Karûbarên penaberan ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Emel Şêxo, tekez kir ko daxuyaniyên wezîrê derve yê Libnanê Cibran Basîl rêjeya kînê li dijî penaberên Sûrî bêtir kir, û destnîşan kir ko ew daxuyanî pirsgirêkên Libanê yên abûrî û civakî çareser nakin.
Şêxo hişyarî da ko ev daxuyaniyên gurkirinê nijadperestiyê li Libnan û herêmê bêtir dikin, û got: ‘’Ew dê tenê nearamî û arîşeyan di civaka Libnanî de bêtir bike, û dê bihelê bibe mîna bombeyeke li ber teqînê. ‘’
Û nîgeraniya xwe anî ziman li ser çarenivîsa bi hezaran xelkên Sûrî, ji ber daxuyaniyên nijadperestî riya çareserkirina dosya penaberan diguhêrin.
Şêxo bang li hêzên Libnanî yên xwedan wijdan kir ko piştgiriya penaberên Sûrî bikin, û li himber wan kampaniyên ko Sûrî amanc kirine rawestin, ew Sûriyên milîtanên hizbullah ew ji xaka wan koçber kirine.
Di dema dawî de berpirsiyarine Libnanî kampaniyeke ragehandinî li dijî penaberên Sûrî pêk anîne, digel zêdegavî û tawanên derheqê wan li Libnanê çêdibin, her weha kuştina hin kesan bi tawanên cinayî.
Hevbendiya Niştimanî dibîne ko hemû bûyerên çêbûne, hewildanên neçarkirina Sûriyan ne, bo vegera kotekî , ya metirsî ye li ser jiyana wan, û li dijî biryarên navdewletî ye.
Jêder: Ofisa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî