Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê, nûçeya girtina nivîsîngeha nûnertiya xwe li peytexta Firinsa li Parîsê red kir, hevdem tekez kir ku nivîsîngeh berdewam e li ser kar û têkiliyên xwe ligel wezareta derve û serokatiya Firinsa.
Duhî roja yekşemê, ofîsa Hevbendiya Niştimanî daxuyaniyek belav kir yekser “piştî belavbûna nûçeyekê li roja (14 tebaxê) ji aliyê ajansa Sibotinîk ya Rûsî, derbarê daxwaznemeyekê ji hikûmeta Firinsa derbarê girtina nivîsîngeha nûnertiya Hevbendiya Niştimanî li Parîsê”, û ofîsa Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de ” tekezî li ser nerastiya vê nûçeyê kir, û hevdem tekez kir ku nûnertî bi karên xwe yên asayî û rojane radibe, û berdewam e di têkiliyên xwe de ligel wezareta derve û serokatiya Firinsa”.
Tê zanîn ku nûçeyek ji aliyê ajansa ” Sibotintîk” hatibû belavkirin li ser niyaza Firansa û daxwaznameyekê ji rêveberiya serokê Firinsa (Îmanoyil Makron), bi girtina ofîsa Hevbendiyê li Parîsê, û ku (Makron) kar dike ji bo vekirina balyozxaneya Sûriyê li Firinsayê di nêzîktirîn dem de careke din (ligor Sibotintîk).
Herwiha ku di pêşiyê de çend nûçeyên derew li ser opozisyona Sûrî ji aliyê ajansa Rûsî hatine belavkirin nemaze ligel destpêkirina geştên danustandinan li Cinêv, ku paşî ew nûçe bi dûr ji rastiyê hatine xuyakirin.
Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de “ji ajansa (Sibotinîk) û ji dezgehên ragihandinê daxwaz kiriye ku bi wirdî dûvçûna nûçeyên Hevbendiyê û opozisyona Sûrî bikin”, hevdem ew han dan ku xwe dûr bikin ji piropagendeyên li ser enternêtê tên belavkirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî