Li dora 58 kesan ji nav wan Zarok û Jin ji encama bombebarana di navbera Rêjîmê û hevalbendên wê ji hêlekê ve û ji hêla din rêkxistina DAIŞ şehîd ketine, di heman dema ko sivîl di bobelatekê de dijîn û derdê nebûna pêdiviyên jiyandinê yên bingehîn wek xwarin, vexwarin û dermanan dikêşînin.
Firokên Rêjîmê û Rûsya êrîşên asmanî didin ser tax û gund û bajarokên ko Rêkxistina tundrew ew li Dêra zorê û gundewarê wê kontrol kirine, di encamê de bi dehên kesan bûne qurbanî. Û ya dawî komek kes li ser firna nan ya taxa Elu’mal amanc kirine.
Her wiha jî Rêkxistina DAIŞ mal û bazarên herêmên di bin kontrola Rêjîmê de, bi mûşek û derbên Hawinan amanc dike. Û Rêkxistin herêmên Rêjîmê ji destpêka sala 2014an de dorpêç kirine û nahêle tu kes têkevê û Rêjîm jî derketina niştecihan qedexe dike.
Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Hisên Elbisîs, di daxuyaniyeke taybet de îro tawankariyên Rêjîmê û Rûsya ji aliyekî ve û ji aliyê dî yên rêkxistina DAIŞê pirotesto kir. û daxwaz ji Civaka Navdewletî kir ko piştgiriya Komekên ko şerê Rêjîmê û Rêkxistina DAIŞê dikin ji kesên Dêra zorê bike, da bikaribin berdin endamê Rêkxistinê û endamên Rêjîmê û aramiyê li Herêmê vegerînin û xelkên wê rizgar bikin.
Elbisîs bal kêşand ser ko li dora 200hezar sivîlî aloziyên dorpêça duqat ji hêla Rêjîmê û DAIŞ ve li taxên (Elcûre, Elqisûr û Herabiş) dikêşînin, û Niştecih bê kêmtirîn pêdiviyên jiyanê mane.
Elbisîs hişyarî da ji vê piştguhkirina bajarê Dêra Zorê û Gundewarê wê, û destnîşan kir ko “dibe ko em bobelateke mezin bibînin bi sedema hiştina sivîlan di navbera hovîtiya Rêjîmê û berberîtiya Rêkxistina Daiş” hêvî kir ko “ev bang ne mîna yên berê guhdanê nebîne”, êdî mirin dê ji gelek qurbaniyan re bibe çarenivîs”.
Jêder: Hevbendî