Hevrêzkarê Ofîsa Têkiliyên Derve ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Ebdilehed Stêfo, 2 civînên cuda li dar xistin, yek jê bi mezintirîn şêwirmendê dosya Sûriyê di wezareta derve ya Almanî de, û ya din bi şêwirmenda siyasî ya dosya Sûriyê di wezareta derve ya Holendayê de re, Û Stêfo diltengiya Hevbendiyê ji helwestên dostên gelê Sûriyê derbarê bobelata mirovahî li Idlibê veguhest, ji ber nebûna tevgereke wan ya cedî bo rawestandina tewanên rijêmê û sponserên wê dermafê sivîlan, herweha ji ber pêşkêşnekirina alîkariyên lezgîn ji penaberan re.
Û Stêfo bal kişand ser rewşa Idlibê û gundewarê Helebê yê rojava, û got ku ew hewcedarî helwesteke cidî û vebir in ji civaka navdewletî, jibo pêkanîna agirbestê, û rawestandina bobelata mirovahî ya ku rojbiroj mezintir dibe, û bi taybetî di dema berdewamiya operasyonên leşkerî ji hêla rijêmê û sponserên wê ve, ya dihêle hejmara penaber û koçberan zêdetir bibe, di dema ku avahiyên tenduristî nema Karin kar bikin ji ber ew bombebaran dibin.
Û Stêfo tekezî li ser giringiya tevgereke yekser ji hêla rêxistinên navdewletî kir, jibo dabînkirina alîkariyên mirovahî û bijîşkî bo penaberan, û dît ku hîn karê mirovahî lawaz e, û ne li gor wê bobelata miovahî ye, û hişyarî ji çêbûna kirîzeke penaberîyê ya nû da, ya dê bandora xwe li dewletên cîran û yên Uropayê bike.
Û her weha Stêfo behsa kirîza darayî ya dijwar ya ku welatiyên Sûriyê li tevaya herêmên wê tê re derbas dibin kir, ji ber hilweşîna nirxê lîreya sûrî li hember dolarê emerîkî,û got ku rijêm tevaya barê berpirsyariya vê rewşê hildigire, û got ku rijêm berdewam e di wendakirina darayî û samanê welat de, bi pêkanîna binpêkirinan dijî sivîlên Idlib û gundewarê Helebê, ku sivîlan li wan deveran bi mûşekan dikûje, û sûriyên din ji serma û birçîbûnê jiyana xwe ji dest didin.
Û Stêfo bal kişand ser ku çareserî li Sûrtiyê di riya veguhestina siyasî re ye, bi dabînkirina piştgiriyek rastyeqîn ji hêla civaka navdewletî ji pirosesa siyasî re, bi riya cîbicîkirina biryarên navdewletî û di serî de daxwiyaniya Cinêvê û biryara 2254.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî