Serokê ofîsa peywendiyên derve ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Ebdul-Ehad Stêfo, tekez kir ku Amerîka dixwaze bi roleke nû rabe derbarê kirîza Sûriyê, û bal kişand ku ev dê roleke girîng be ji bo pêşvebirina pêvajoya siyasî û vegerandina hevsengiya wê li gor beyanameya 2254, heta bigihêje avakirina dewleteke ewle û aram bê hebûna rejîma Esed û milîsên terorîst yên Îranê.
Stêfo îro roja çarşemê di daxuyaniyeke taybet de diyar kir ku hevbendiya Nişgimanî di civîna duhî de, ya li baregeha Hevbendiyê ligel nûnerê taybet yê Wezareta Derve ya Amerîka ji bo Sûriyê, James Jeffrey û şandeya pê re ,”Hest bi rijdiya helwesta Washington kir, ji bo aktivkirina prosesa siyasî û destpêkirina karê Komîsyona Makezagonê di bin sîwana Netewên Yekbûyî de “,
Stêfo pesnê serdana birêz Jeffrey ji Hevbendiya Niştimanî re da, û got: “Hevdîtinek girîng bû, me bi saya wê boçûnên rêveberiya Amerîka yên derbarê Sûriyê dîtin, herwiha me boçûna xwe derbarê prosesa siyasî û metirsiyên tê re derbas dibe bo wan dan zanîn”.
Û bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî ji balyozê Amerîkayê re tekezî li ser pêwîstiya piştgiriya peymana Idlibê kir, û pêşxistina wê ji bo gihîştina agirbesteke berfireh, û sûdwergirtina jê ji bo destpêkirina pêvajoyeke siyasî ya berdewam li gor daxuyaniya Cinêvê û biryara 2245, da danûstandin li ser her çar pakêcên din bibin, di nav de doseya hikumraniyê, û tekez kir ku ev fayil ji bo veguhestina siyasî ya berfirehtir li welêt girîng e .
Stêfo got ku civînê behsa tawanên şer li Sûriyê, di nav wan de bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê rejîma Esed ve, û kuştina bi deh-hezaran kes bi awayekî hovane di girtîgehan de, û kiryarên koçberkirina bi dare zorê û guhertina demografîk kir, herweha êrîşên bêserûber li ser kesên sivîl bi piştgiriya milîsên terorîst yên Îranê.
Berpirsê Hevbendiya Niştimanî cext kir ku derketina Îran û milîsên wê dê rê li pêşiya vegerandina aramiyê li Sûriyê û li hemû welatên herêmê veke, û tekez kir ku derbasbûna Îranê û destdanîna wê ya kotekî li ser qadê, bandoreke wê ya bobelatî li ser tevaya gelên herêmê hebû .
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê