Ofîsa peywendiyên derve ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiya Sûriyê, îro sêşemê civînek digel şandekê ji balyozxaneya Nerwêcî ya li Enqerê lidar xist, û dawîtirîn pêşveçûnên meydanî li başûr û tawankariyên cengê yên ko derheqê sivîlan bi destê rêjîma Esed û hevalbendên wê dibin gotûbêj kirin.
Serokê Ofîsa Peywendiyên Derve Ebdulehed Istêfo tekez kir ko nabe em bêdeng rawestin li himber tiştê li Dera çêdibe, û daxwaz kir ko divê mîkanîzma navdewletî ya bêlayen bo sizakirina tawankarên cengê aktîv bibe,
Û got ku giring e tevgereke navdewletî çêbibe bo sivîlên Dera rizgar bikin, û divê operasiyona leşkerî ya metirsîdar a li ser herêmê, ya bi sedan kes têde hatine kuştin û birîndar bûne raweste.
Her weha tekez kir ko giring e alîkariyên mirovî bo derbideran, ên li gora serjimarên netewên yekgirtî hejmara wan gihaye 270hezar derbider, derbas bibin.
Istêfo bal kişand ser ko rêjîmê istiratîciyeke aşkere ya operasiyona leşkerî dişopîne, û got: ‘’ rêjîm careke din dixwaze bizavên navdewletî yên bo dîtina çareseriyke siyasî ya rastî têk bide.‘’
Û bêtir got ko hevalbendên rêjîmê herdem li ser çareseriya siyasî dipeyivin, lê pilanên cîbicîkirina çareseriya siyasî datînin, ser hesabê xwîna milyonên bêgunehan.
Û destnîşan kir ko Hevbendiya niştimanî dîsa hişyarî da ji çêbûna bobelatên mirovî eger civaka navdewletî di çavgirtina xwe de ji tawankariyên li dijî sivîlan berdewam be, û got ku hêj sivîl li benda Netewên Yekgirtî ne ko têwerdanê ji bo rizgarkirina wan bike.
Jêder : Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî