Sûriya di pileya duyemîn di nav Ereban û sêyemîn di nav welatên cîhanê de yên herî bertîlxwer di sala 2017’an de hat, û berpirsekî Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê dît ku ev pileya nû ya Sûriyê hat, piştî pileya wê ya wek welatê herî tirsnak ji bo jiyanê di cîhanê de, û ev ji encama helweşandina dezgehên dewletê û hatina milîsên mezhebî li şûna wan û baladestiya wan li ser navendên jiyanê li welêt.
Endamê Komîsyona Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî U’qab Yahya, diyar kir ku terora rijêmê û tawanên şer yên bêtir ji heşt salan e dibin, Sûriya kiriye cihê sûcdaran û milîsên Hizbullah û mîlîsên pasdarên Îranî û milîsên din, û derfet û rê vekir ji bo peydabûna rêxistinên terorîstî mîna al-Qaîde û çeteyên DAIŞ û PYD.
Wî destnîşan kir ku hemû serjimar tekeziyê li ser tinebûna rewşek ewle di dema niha de li Sûriyê dikin, û ev nîşanên hebûna pirsgirêkên siyasî li Sûriyê ne, û Rûsya nikare înkar bike û herwiha nikare rewşeke siyasî li ser gelê Sûriyê bisepîne, bi taybetî derbarê vegerandina penaberên Sûrî.
Yahya diyar kir ku ew rastiyên rojane li ser tawanên şer û tawanên li dijî mirovahiyê ji aliyê rejîma Esed aşkere dibin, berpirsiyariya li ser milê Moskowê zêdetir dike, nameze ku ew garantor û parêzvanê rijêmê ye li hemberî Konseya Ewlekariyê, û 11 caran vîto bikar aniye, ji bo danîna keleman pêşiya derxistina biryareke sizkirina rêjîmê ji konseya ewlekariyê
Sûriya di pileya herî dawî de bû li gor pêverên Aştiya cîhanê, ev tê wateya ku ew kêmtirîn dewleta ewle ye di nav 163 welatan de di sala 2018’an de, û Rûsya ya di pileya dawiyê de hat di nav dewletên Ewropa de li gor pîverên aştiyê, hewil dide penaberên Sûrî vegerîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştîmanî ya Sûriyê